Tecrîda li ser Ocalan li Hambûrgê hate şermezarkirin

Li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamên Ciwanên Azad li Hambûrgê çalakiyek lidar xistin.

Kurdistaniyên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, li ber Haûptbahnhofê li hev civiyan û nîşan dan, ku ew ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekin.

Di çalakiyê de li ser navê Ciwanên Azad-Hambûrgê daxuyaniyek hat dayîn û banga xwedîderketina li Ocalan hate kirin. Her wiha bal hat kişandin ser tifaqa qirêj navbera AKP-MHP'ê ku weke tifaqa qirkirina Kurdan tê binavkirin.

Çalakgeran diyar kirin, gef û êrîşên li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk gihîştine asta herî bilind û gotin, "Weke ciwanên Kurd, divê em ji her demê bêhtir di roja îro de li dora îdeolojiya Rêberê xwe, xwe bi rêxistin bikin."

Ji bo kongreya Ciwanên Azad, ku wê di 17'ê Kanûnê de li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

Mîtîng bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Terorîst Erdogan" û "Bijî Berxwedana Bakur" qediya.