BI DÎMEN

Tecrîda li ser Ocalan li Ewropayê bi çalakiyên girseyî hate şermezarkirin

Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û faşîzma AKP'ê bi meş û mîtîngên girseyî hatin şermezarkirin.

Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û faşîzma AKP'ê bi meş û mîtîngên girseyî hatin şermezarkirin.

FRANKFÛRT: Li ber Haûptbahnhofê, bi şiyara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu', 500 Kurdistaniyên ji bajarên Frankfûrt, Hanaû, Offenbahc, Gîessen, Darmstadt û derdora wê hatin heta meydana Romerê meşiyan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê rêxistina NAV-DEM'ê ya Hessenê Vîldan Dîrîk daxuyaniyek da û got, "Weke Kurdistaniyên li Ewropayê, heta azadiya Serok Apo, em ê çalakiyên xwe bidomînin.

ESSEN: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şengalê ay Bêrîvan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi heman armancê meşek hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Essen û Dûîsbûrgê hatin, li kolanên herî qelebalix bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" meşiyan. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û got, "Tirkiye gav bi gav dide nava çiravê. Yê ku dikare pêşî li vê bigire Birêz Ocalan e. Yekane kesê ku dikare aştiyê bîne Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn Birêz Ocalan e."

HAMBÛRG: Welatparêzên Kurd û dostên wan ên ji bajarên Bremen û Kîelê hatin, li ber Gara Trenê ya Navendî dest bi meşê kirin. Meleyê Mizgefta Şêx Seîd a Bremenê Mele Eşref li vir ji gel re axivî û got, Ocalan dengê gelê mezlûm û mexdûr e. Mele Eşref destnîşan kir, esareta Ocalan zilma li gelê Kurd e û berxwedana li dijî zilmê jî rewa ye. Nûnera Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê Sevahîr Bayindir jî got, "Rêbertî xeta sor a gelê Kurd e. Yê dîl hatiye girtin, vîna Kurdên azad e. Divê em bi vê têgihiştinê xwedî li Rêberê xwe derkevin."

BONN: Girseya gel a li qada Frankenbadê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên 'Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok', 'Bê Serok jiyan nabe', 'terorîst Erdogan', 'Hemû mêtînger ji Kurdistanê bicehimin', bi qasî saet û nîvekê heta Munsterplatzê li navenda bajêr meşiya. Li qada mîtîngê, li ser navê Rote Hîlfe Bonn Esther Wînkelman axivî û xwest, Ocalan derhal serbest bê berdan. Nûnerê Rote Hîlfe destnîşan kir, ku azadiya Ocalan tê wateya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û ji hikûmeta Elman jî xwest bes destekê bide Tirkiyeyê û qedexeya li ser PKK'ê rake. Nûnerê partiya Komunîst a Elman Frank Rotter jî got, azadiya Ocalan tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê.

BERLÎN: Meşa ji aliyê Meclîsa Jinê ya DEST-DAN ve hat organîzekirin, saet di 15:00 de li Parka U-Bahn Kreîsê dest pê kir. Di meşê de li ser rewşa tenduristiyê û jiyana Ocalan gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Nûnera Meclîsa Jinê ya DEST-DAN Sûsanna Rosslîng destnîşan kir, ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên şoreşger, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Di çalakiyê de her wiha ji bo civîna gel a roja Yekşemê (îro) saet di 13:00 de li lokala NAV-DEM'ê ya Berlînê tê lidarxistin û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer tevlî dibe, banga tevlîbûnê hate kirin.

WÛPPERTAL: Platforma Çalakiyê ya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, li dijî terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi şiyara 'Li dijî faşîzmê, em têkoşîna rêxistinbûyî û hevgirtî xurtir bikin' meşek lidar xist. Girseya gel ji ber Cîty-Arkadenê dest bi meşê kir û li nava bajêr geriya. Piştre mîtîng hate lidarxistin û qisekeran komkujiyên ji aliyê AKP û dewleta Tirk ve hatine kirin teşhîr kirin. Di axaftinan de banga xurtkirina têkoşîna hevpar hat kirin.

DRESDEN: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya ÛTA, bi şiyara 'Azadiya Rêberê me azadiya me jinên Kurd e' çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ji Pragerstrasse heta Haûptstrasseyê meşiyan û bi qîrîna dirûşmên 'Ji Ocalan re azadî', 'Bê Serok jiyan nabe', 'Bijî Serok Apo', tecrîd şermezar kirin.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, ji bo azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin. Zêdeyî hezar Kurdistanî û dostên Fransayî beşdarî çalakiyê bûn. Piştî meşê, ku bi hezaran belavok lê hati belavkirin, li meydana Vîeûx-Portê mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinand e hat gotin, "Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya Kurdistanê ye. Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê her roj li qad û kolanan bin. Rêberê me xeta me ya sor e."