Tecrîd û komkujiya Dîlokê li Rûsyayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li navçeya Pervamaysk a bajarê Rûsya Saratovê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê fikarên xwe yên li ser rewşa ewlekarî û jiyan Ocalan û tecrîdê anîn ziman.
Kurdistaniyên li navçeya Pervamaysk a bajarê Rûsya Saratovê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê fikarên xwe yên li ser rewşa ewlekarî û jiyan Ocalan û tecrîdê anîn ziman.
Kurdistaniyên li navçeya Pervamaysk a bajarê Rûsya Saratovê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê fikarên xwe yên li ser rewşa ewlekarî û jiyan Ocalan anîn ziman û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Dîlokê şermezar kirin.
Daxuyanî bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a Saratovê hat dayîn.
Ji rêveberên komeleyê Medya Botan li vir axivî û got, "Ji Nîsana 2015'an û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. AKP hiqûqê binpê dike û bi vî sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê, heqaretê li gelê Kurd dike. Girîng e Kurd li dora Rêberê xwe bi xurtî bicivin û vê nêzîkatiya AKP'ê şermezar bikin. Ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, divê li her devera ku lê dijîn Kurd rabin ser piyan û van polîtîkayên dij Kurd teşhîr bikin."
Botan di dewama axaftina xwe de Kurdistaniyên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û AKP/DAIŞ şermezar kir.
Li pey daxuyaniyê girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurdistana azad" berz kir û belav bû.