Tecrîd û Erdogan li Berlînê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Elmanya Berlînê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de lenet li terora Erdogan û AKP'ê hat anîn.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Elmanya Berlînê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de lenet li terora Erdogan û AKP'ê hat anîn.
Kurdistaniyan û dostên wan, li paytext Berlînê bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" çalakiyek lidar xistin.
Meş ji aliyê Meclîsa Jinê ya DESTDAN ve hat organîzekirin û NAV-DEM'ê piştgirî da. Nûnerên PYD Berlîn, Ciwanên Rojava, Ciwanên Azad, Însiyatîfa Sosyalîst a Elman, AVEGKOM, ATÎK, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê, Partiya MLPD a Elman û şexsiyet jî di nav de zêdeyî 200 kes tevlî bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu", "Jin jiyan azadî", "Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike", "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn, pankartên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu", "Bila qedexeya li ser PKK'ê demildest bê rakirin", alên PYD, YPG û YPJ'ê hatin hildan.
Piştî meşa bi 3 kîlometreyan, li ber deriyê dîrokî yê Berlînê Brandenbûrger Tor mîtîngek hat lidarxistin.
Rojnamevan û dîroknas Nîkolaûs Braûns, li ser navê AVEGKOM'ê Bakî Selçûk, li ser navê DESTDAN Sûsanna Rosslîng li vir axivîn û diyar kirin, tecrîda li ser Ocalan rewşek li dijî mirovahiyê ye û ne ya qebûlkirinê ye. Qisekeran, qetilkirina sivîlan li Nisêbîn û Roboskî şermezar kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.