Tecrîd û dagirkerî li Rûsyayê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyan li navçeya Krasnakût a bajarê Saratov ê Rûsyayê, tecrîda li Îmraliyê û dagirkirina Efrînê şermezar kirin.

Li navçeya Krasnakût ê bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê, Kurdistanî daketin qadan û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagikirina Efrînê şermezar kirin.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê li herêma Rûdîniyeyê pêk hat û rêvebera tevgerê Fatma Kadîrova daxuyaniyek da. Kadîrova got, "Ji dema desthilatdariya AKP û Erdogan ve dijminatiya li Kurdan tê kirin li nava civakê hatiye belavkirin. Tecrîda li ser Rêberê me tecrîdeke ji rêzê nîne. Dewleta Tirk bi rêya vê yekê dixwaze Kurdan bê îrade bihele."

Kadîrova destnîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê jî beşek ji vê planê ye û got, "Hêzên navneteweyî yên ku li dijî vê zilma li gelê Kurd tê kirin bêdeng in, bi qasî Erdogan sûcdar in."