Tecrîd û biryara DYA'yê li Sydneyê hatin şermezarkirin
Tecrîdkirina Ocalan û biryara Amerîkayê ya li dijî rêveberên PKK'ê wergirtî, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hatin şermezarkirin.
Tecrîdkirina Ocalan û biryara Amerîkayê ya li dijî rêveberên PKK'ê wergirtî, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê hatin şermezarkirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Sydneyê ve hate organîzekirin.
Çalakî li Hyde Parkê pêk û gelek kes tevlî bûn. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Brûsk Aîverî li qada çalakiyê axivî û diyar kir, komploya li ser Ocalan bi polîtîkayên tenêhiştinê dewam dike. Aîverî bal kişand ser biryara Amerîkayê ya li dijî sê rêveberên PKK'ê û got, ev biryar nîşaneya dewamkirina komploya navneteweyî ye. Aîverî anî ziman ku eger ew li dora Ocalan li hev bicivin, wê pêşî li komployê bê girtin."
CPT DIBE ŞIRÎKÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
Endama Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mîra Îbrahîmî jî diyar kir, CPT bi bêdengiya xwe ya li pêşberî tecrîdê bûye şirîkê sûcê li dijî mirovahiyê. Îbrahîmê bang li hikumeta Awûstralyayê kir ku di vê mijarê de hişyar be û berpirsyarî rabe.
Di dawiya çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.