Tecrîd li Toûloûse hate şermezarkirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Toûloûse yê li başûrê Fransayê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Toûloûse ve hate organîzekirin. Di vê çarçoveyê de, saet di 10'an de li meydana Capîtol a bajêr konê agahdarkirinê hate vedan. Li vê derê, têkildarî tecrîda giran a li ser Ocalan belavok hatin belavkirin.

Saet di 18:00 de jî, piştî çalakiya kon, mîtîngek hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Toûloûse Alî Ataç li vir peyivî û anî ziman, heta ku Ocalan azad bibe wê Kurd têkoşîna xwe bidomîne.

Mîtîng bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qediya.