Tecrîd li Stockholm, Basel, Koln û Rennesê hate şermezarkirin

Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk tên, li bajarên Stockholm, Basel, Koln û Rennes ên Ewropayê çalakî pêk hatin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo xwedîderketina li berxwedana li dijî tecrîdê danê êvarê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran êrîşên polîsên Tirk ên li dijî dayikên berxwedêran şermezar kirin û li ser tecrîdê belavok belav kirin.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, li Barfusserplatzê çalakiyek bi heman armancê pêk hat û pankarta bi nivîsa "Li dijî tecrîdkirina Ocalan aktîvîstên Kurd bedena xwe dane ber mirinê" hate hildan.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, Meclîsa Jinan a Viyan li Bahnhof Vorplatzê çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de li ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê raya giştî hate agahdarkirin.

RENNES

Bi heman armancê li bajarê Rennes ê Fransayê jî çalakiyek pêk hat. Girseya gel dirûşm qîriya û li ser tecrîdê û berxwedanê belavok belav kir.