Tecrîd li Krasnodarê hate şermezarkirin
Komîteya Jinên Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang kir ku piştgirî ji kampanya TJA'yê re bê dayin.
Komîteya Jinên Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang kir ku piştgirî ji kampanya TJA'yê re bê dayin.
Komîteya Jinên Kurd a li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê, bang kir ku piştgirî ji kampanya Tevgera Jinên Azad (TJA) re bê dayin, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin.
Li ser navê komîteyê Besê Aliyva daxuyanî da û got, "Dîktatoriya Erdogan ê faşîst dixwaze jiyaneke bêyî Ocalan hînî gelê Kurd bike. Gelê Kurd wê piştgiriyê bide kampanya 'Azadî ji Ocalan re' ya TJA'yê û bi vî rengî tecrîdê bişikîne."