Ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li sê navenda çalakî hatin kirin

Çalakiyn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Ewropayê hatin lidarxistin dewam dikin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhag, paytexta Elmanya Berlîn û Hambûrgê Kurdistanî û dostên wan bi çalakiyên lidar xistî bal kişand ser mercên giran ên tecîrda li ser Ocalan.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin. Çalakiya kon saet 17:00’an destpê kir. Di çakiya belavok hate belavkirin de, pankartên bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin vekirin û posterên Oclana hatin hildan.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ ve bi dawî bû.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî di çarçoveya kampanyay ‘Ji Ocalan re azadî’ mîtîngek hate kirin. Meşa ku li dihate payîn li stasyona trenê ya navendê bê kirin ji ber barana zêde vegeriya mîtîngê.

Çalakiya ku gelek Kurdistanî tevlî bû, li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn Anja Flach û HDK Hambûrgê Bûrhan Kocaman axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk di nava salên dawî de li Rojava û bitaybe li Bakurê Sûriyeyê ketiye meeryetê. Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi tecîrda li Îmraliyê dixwazin pêşiya felsefeya azadiya ya Ocalan pêşxistî ye, ji bo vê azadiya Ocalan azadiya Kurdistan û Rojhilata Navîn e.

Çalakiya belavokên bi Elmanî hatin belavkirin, bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ ve bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî ji bo protestokirina tecrîda li ser Oclan çalakiyek hate kirin.

Di çalakiya belavok hatin belavkirin de bi Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin û ev tişt hate gotin: “Ji bo şikandina vê tecrîdê divê di serî de me Kurdistanî û hemû gelên Rojhilata Navîn bikevin nava tevgerê. Heta ku tecrîd neşik ne Kurdistan azad dibe û ne jî faşîzim li Tirkiyeyê bi dawî dibe. Heta azadiya Ocalan wê çalakiyên me bidomin.”

Nûnerên saziyên Kurd bibîr xistin ku wê aktivîteyên wan bidomin.