Tecrîd li ber Parlamenta Hannoverê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Ocalan li ber Parlamenta Hannoverê hate şermezarkirin û bang li Ewropayê hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Parlamenta Hannoverê ya bajarê Elmanyayê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan.

Di çalakiyê de bang li hikumeta Elman û CPT hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Çalakgeran diyar kirin, eger tiştekî neyînî bê serê çalakgerên greva birçîbûnê, wê hikumetên Rojavayî yên bêdeng in berpirsyar bin.

Di çalakiyê de li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê belavok hatin belavkirin.