Tê îddîakirin keştiyeke Tirk a çek barkirî li Yemenê hatiye girtin

Tê îddîakirin keştiyeke Tirk a çek barkirî li Yemenê hatiye girtin

Tê îddîakirin ku keştiyeke Tirk a çek têde barkirî li peravên Yemenê de hatiye rawestandin û çekên tê de hatine desteserkirin.

Ajansa Nûçeyan a Fars a Îranê da xuyakirin ku, rayedarên Yemenî destnîşan kirine ku keştiyeke Tirkiyeyê ya têde çek barkirî û armanca wê çekan derbasî Yemenê bike rawestandine.

Di nûçeyê de ku Sky News wek çavkanî tê nîşan dan, tê gotin ku wê çekên di keştiyê de destpêkê bi kelekan biribana giravên derdor û paşê derbasî Yemenê kiribana.  

Hat gotin ku rayedarên Yemenî dane xuyakirin ku Konseya Ewlekariyê ya bilind a Yemenê mijarê lêkolîn dike û wê encam di demeke kurt de ji raya giştî re were aşkera kirin.