Tê gotin ku Siûdîyan leşkerên Îranê girtine

Erebîstana Siûdî ragihand, li Kendava Basrayê 3 leşkerên Îranê yên teqemenî bi wan re bûn hatine girtin. Îranê ev bûyer qebûl nekir.

Di daxuyaniya hikumeta Siûdî de hate îdîakirin, 3 leşkerên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê li Kendava Basrayê hatine girtin. Hikumeta Siûdî îdîa kir, ku bûyer roja Înê rû daye û diyar kir, li bota ku leşker lê bûn, teqemenî hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, kesên ku plana êrîşê li kendavê dikirin, bi 3 botan hatine, lê 2 ji wan reviyane.

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî, îdîaya Erebîstana Siûdî red kir. Di daxuyaniya wezaretê de hat îdîakirin, kesên hatine girtin leşkerên Îranê nînin.

Wezaretê diyar kir, hêzên ewlekariya sînor ên Siûdî, masîgirên ji rêzê girtine.