TBB’ê bertek nîşanî pêşnûmaya qanûnê ya “Sîxûrtiya bandorkirinê’” da
TBB’ê derbarê pêşnûmeya qanûnê “Sîxûrtiya bandorkirinê’” de ku desthilatê anîbû rojevê daxuyanî da û diyar kir ku ev qanûn rê li ber bêhiqûqiyan veke.
TBB’ê derbarê pêşnûmeya qanûnê “Sîxûrtiya bandorkirinê’” de ku desthilatê anîbû rojevê daxuyanî da û diyar kir ku ev qanûn rê li ber bêhiqûqiyan veke.
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) jî bertek nîşanî qanûna nû “Sîxûrtiya bandorkirinê’” da ku saziyên civaka sivîl dike hedef û ji 16 xalan pêk tê. Hat destnîşankirin ku ev qanûna ku dê li TCK’yê îfadeya “Sûcên li dijî ewlehiya dewletê û berjewendiyên wê yên siyasî” lê zêde bike, derhiqûqî ye.
‘DERHIQÛQÎ YE’
Daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di teklîfê de pênaseya “Berjewendiyên stratejîk yên dewlet an jî organîzasyoneke biyanî” di hiqûqa cezayê de cih nagire û bal kişandin ser nirxandinên kêfî û bêhiqûqiyê. Di daxuyaniyê bal kişandin ser netexmînbariya vê îfadeyê û wiha hat gotin: “ Li dewleteke hiqûqî û demokratîk, ne mimkin e ku cih bidin îfadeyên nediyar û şêlû ku dikarin bi her awayî bên şîrovekirin ku azadî û ewlehiya mirovan û azadiya ramanî ji nêz ve eleqedar dike. Daxwaza me ew e ku dema ku pêşnûmeya qanûnê di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de hat nirxandin, bila bala xwe bidin ser hêmanên tên bilêvkirin ku verastkirineke derhiqûqî û rê li ber binpêkirina mafan vedike bi destê meclisê nekeve meriyetê.