Taşdemîr: Ji bo jinan her roj 25'ê Mijdarê ye
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi bîr xist, ku jin li dijî kuştin û tundiyê ji bo jiyanê û hebûnê li ber xwe didin û got, "Ji bo me ne rojek, lê belê her roj 25'ê Mijdarê ye."
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi bîr xist, ku jin li dijî kuştin û tundiyê ji bo jiyanê û hebûnê li ber xwe didin û got, "Ji bo me ne rojek, lê belê her roj 25'ê Mijdarê ye."
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê bi têkoşîna jinê û êrişên li ser destketiyên jinan, 25'ê Mijdarê tê pêşwazîkirin.
Taşdemîr anî ziman ku şewb jî li van zext û destwerdanan zêde bûye û ragihand ku desthilatdarî şewbê weke firsendekê dibîne û li dijî muxalîfan bi kar tîne.
'JIN JI BO JIYANÊ NEÇAR IN LI BER XWE BIDIN'
Taşdemîr diyar kir ku di vê pêvajoyê de tundiya li jinê bêperwa bûye, lewma li gel zext, astengî û şewbê jî jin li Kurdistanê û Tirkiyeyê têkoşîneke mezin dimeşînin.
Parlamenter Taşdemîr ragihand ku tundiya li jinê bi taybetî di nava 5 salên dawî de gihîştiye asta hovîtiyê û got, "Her roj bûyereke tundiyê ya li dijî jinan rû dide. Di asta heyî de jin ji bo karibe tevlî jiyana civakî bibe, ji karkirin û siyasetê jî wêdetir ji bo karibin bijîn û hebûna xwe biparêzin neçar dimînin ku li ber xwe bidin. Hema hema her roj jinek tê kuştin, gef lê tê xwarin, tundî lê tê kirin. Lewma ji bo me ne rojek, lê belê her roj 25'ê Mijdarê ye."
'EM JIN HER ROJ LI BER XWE DIDIN, SERÎ HILDIDIN'
Taşdemîr diyar kir ku 25'ê Mijdarê di nava şert û mercên giran de tê pêşwazîkirin û destnîşan kir ku jin li dijî tundiyê di nava çalakiyan de ne.
Taşdemîr bi bîr xist ku TJA û Meclîsên Jinan meheke li tax, kolan, malan li dijî tundiyê piştevaniya jinan xurt dikin û destnîşan kir ku 25'ê Mijdarê wê li çar aliyên welêt li qadan bin. Taşdemîr got, "Em jin her roj têdikoşin, li ber xwe didin, serî hildidin."
'DIVÊ MECLÎS BI RENGEKÎ AWARTE BICIVE'
Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li tundiya li jinê divê Meclîs bi rengekî awarte bicive û li gorî pêşniyarên rêxistinên jinan plansaziyekê amade bike, lê belê desthilatdarî xwe nade ber vê yekê, pirsgirêkê înkar dike.
Taşdemîr destnîşan kir ku çi dibe bila bibe jin wê xwe bi rêxistin bikin, piştgiriya hev bikin, bi hev re têbikoşin û got, di vê mijarê de mêrên ku xwe rewşenbîr dibînin jî divê rexnedayina xwe bidin, tevlî pêvajoyê bibin û berpirsyariyên xwe pêk bînin.