Taloke li ser jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk hene

Endamên ÎHD’ê di çalakiya “Rûniştina F” ya Stenbolê de, diyar kirin taleke li ser jiyana girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat heye û li Îzmîrê jî bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ridvan Çelîk xwestin ku were berdan.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya 430’emîn a  “Rûniştina F” de ku her hefte ji bo girtiyên nexweş li dar dixin, vê hefteyê jî ji ber vîrûsa koronayê, li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xistin. ÎHD’ê di vê çalakiya xwe de bal kişande ser rewşa  girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat (60) ê li Girtîegha Tîpa T a Hejmara 1 Tekîrdagê dimîne. 
 
‘BÊDENG NEMÎN IN’
 
Endama Komîsyonê Nergîz Şahîn, daxuyanî da û wiha axivî: “Ji girtîgehan name ji me re tên. Di nameyên de beha astengiyên ragihandinê, ne dermankirina girtiyan û bi hinceta şewbê tecrîda girankirî ya girtiyan hatiye dest pê kirin tên kirin. Îro şert û mercên di girtîgehan de veguheriye îşkenceyê. Lê dîsan jî girtî têkoşîna xwe bi rêve dibin. Divê girtî di têkoşîna didin de bi tenê neyin hiştin. Bi taybetî divê em ji bo girtiyên nexweş ên terkî mirinê hatine kirin bêdeng nemin in.”
 
REWŞ GIRAN DIBE
 
Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn dûre metna çapemeniyê xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat. Acettîn, da zanîn ku Firat 60 salî ye û aliyê bedana wî ya rastê nagire û wiha  got: “Li gel ku rapora Firat a nikare di girtîgehê de bimîne heye jî, nayê berdan. Jiyana Firat niha dibin talûkeyek mezin de ye. Abdîlkadîr Firat di koma rîskê ya li dijî şewba vîrûsê de cih digire. Berî ku rewşek neyînî bê jiyîn divê Firat û hemû girtiyên nexweş bên berdan.” 
 
ÎZMÎR
 
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî, di daxuyaniya dan de bal kişandin ser rewşa  girtiyê Nexweş Ridvan Çelîk û xwestin tavilê bê berdan. 
 
Rêveberê Şaxê Ahmet Çîçek, daxuyanî da û wiha got: “Ridvan Çelîk ê 21 salî li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dimîne. Di warê tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijî. Ji xwe girtiyên nexweş nayin derman kirin. Di pêvajoya şewbê de jî ev rewş hîn zortir bûye. Ji ber vê divê Ridvan Çelîk bê berdan. Em bang li kesên xwedî bi wijdan dikin. Divê hemû kes ji bo girtiyan dengê xwe derxînin. Pêwîste k udi qanûna înfazê de wekhevî çêbe. Em dixwazin Ridvan Çelîk bê berdan.”