Talankirin û şewitandina xwezaya Kurdistanê -III

Cemîl Aksû bi bîr xist, Tevgera Ekolojiyê bi rengê tevgereke dijberê şer û alîgirê aştiyê ava bû û destnîşan kir, li Tirkiyeyê hin mijar hene ku ev tevger li ser ne heman biryarê ye.

Ji aktîvîstên Komeleya Ekolojiyê ya Polen Cemîl Aksû diyar kir ku şer ne tenê felaketa mirovan e, di heman demê de xisareke giran li xwezayê dike.

Dewleta Tirk ku şer derbasî derveyî Bakurê Kurdistanê jî kiriye, daristanan dişewitîne, zindiyan qetil dike û sîstema ekolojiyê talan dike. Aktîvîstê Komeleya Ekolojiyê ya Polen Cemîl Baksû ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ji dema çêkirin heta teqîna çekan, xisara ku li xwezayê dibe, ji bo ekolojîstan sedema bingehîn a ji bo parastina aştiyê ye.

Aksû got, "Gelek aliyên şer hene û ne tenê zerarê dide mirovan. Ji bombeyan heta bi belavkirina kîmyewî ya dema rabûna balafiran an jî heta pêvajoya hilberîna çekan, xisareke mezin li ekolojiyê dibe. Bi qasî aliyê xwe yê mirovî, aliyê ekolojîk ê vî şerî jî heye. Welê li qadên çandiniyê dibe ku nema dikare bê bikaranîn, xisar li xakê dibe û mirovên ku bi bombeyan nemirin jî di encama vê yekê de neçar dimînin ku koç bikin. Bi hinceta şer an jî ewlekariyê daristan tên şewitandin û talankirin."

BALA HER KESÎ LI SER HEWŞA XWE YE

Li Tirkiyeyê têkildarî hawirdorê gelek caran çalakî tên lidarxistin, lê belê şewata ku bi hinceta 'ewlekariyê' li Kurdistanê rû didin, nakevin rojeva van tevgeran. Aksû diyar kir ku sedema vê yekê avaniya tevgerên hawirdorê ye û ji ber vê yekê nikarin helwesteke hevpar nîşan bidin. Aksû got, "Li Tirkiyeyê tevgerên hawirdorê belav bûbin jî lê belê nikarin xwe bigihînin têkoşînên li deverên din. Ji ber vê yekê jî nikarin xwe bigihînin asta têkoşînê ya tê xwestin. Di vê mijarê de gelekî li paş maye. Lawaziya nerazîbûna li talankirina xwezaya li Kurdistanê, hem ji ber zordariya desthilatdariyê ya li dijî têkoşîna demokrasiyê ye, hem jî ji ber wê yekê ye ku ev tevgerê hawirdorê bala wan tenê li ser hewşa wan e. Divê ev mesele bi her du aliyan bê dîtin."

DERDOREK XEMSAR NÎNE

Cemîl Aksû anî ziman ku tevî vê yekê jî hin alî li pêşberî talankirina xwezayê ya li Kurdistanê ne û got, "Belê, her kesli dijî maden, veguherîna bajarî û projeyên HES'ê yên li gund û taxa xwe ne. Lê belê heman tevger li pêşberî pirsgirêka li devereke din bi xemsarî tevdigere. Lê belê divê ev yek jî bê dîtin; li Tirkiyeyê hin tevgerên hawirdorparêz hene ku zêde belav nebûbin jî li dijî şewata daristanên li Kurdistanê ye ku ji ber şer xisar li xwezayê dibe. Bêguman ev yek têrker nîne."

Aksû destnîşan kir ku wezîfeya bingehîn a ekolojîstan li dijî şer parastina aştiyê ye û got, "Şertê bûyîna tevgera ekolojî ew e ku li ber şer rabe."