Talabanî dibe ku vegere
Talabanî dibe ku vegere
Talabanî dibe ku vegere
Hate hînbûn ku rewşa Serokomarê Iraqê Celal Talabanî berbi başiyê ve diçe û dê di demeke nêz de vegere Kurdistanê.
Hevsera Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmet, da zanîn ku rewşa Talabanî berbi başiyê ve diçe û got dê di demek nêz de vegere.
Li gorî nûçeyeke ku di malpera înteretê ya fermî a YNK’ê de cih girt de, hat diyar kirin ku cigirê serokomarê Iraqê Xuzayîr, bi hinek parlamenteran re, li Silêmaniyê hevsera Celal Talbanî ziyaret kiriye û der barê tenduristiya Talabanî de agahî girtine. Her wiha hat hînbûn ku di dema serdanê de Hêro Îbrahîm Ehmed, diyar kiriye ku rewşa Talabanî berbi başiyê ve diçe û got dê di demek nêz de vegere.