Tahir Elçî yê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, di sala 7’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di 28’ê Mijdarê 2015’an de dema li ber mînareya çarling daxuyanî dida, hat qetilkirin. Tahir Elçî di salvegera 7'emîn a qetilkirina xwe de bi tevlêbûna gelek parêzer û serokên baroyan li ser gora xwe ya Goristana Yenîkoy a navçeya Yenîşehîr a Amedê  hate bîranîn. Hevjîna Tahır Elçî, Turkan Elçî, Weqfa Mafê Mirovan a Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û gelek parêzer tevlî bîranînê bûn. Her wiha Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyat Ceylan, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier li bîranînê amade bûn.

Di destpêkê de girseyê bi rêzê ve qûrnefîl danîn ser gora Tahir Elçî û pişt re jî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Wekîla Serokatiya HDP a Komê Meral Daniş Beştaş û Serokê Baroya Şirnaxê Rojhat Dîlsîz li ber gora Tahir Elçî axivîn.

Nahît Eren ê destpêkê axivî, bi lêv kir ku di salvegera 7’emîn a qetilkirina Tahir Elçî de carek din li ser gora wî ne û wiha got: “Ev xwedî derketin nîşandana xwesteka gel a dîtina kûjerên Tahir Elçî ye. Em ê li pey şopa dosyaya Tahir Elçî bin. Ji bo nirxên ku wî avakirine bigihije nifşên nû em ê têbikoşin.”

Piştre Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, anî ziman ku tevî evqas sal derbas bûne jî di doza Tahir Elçî de tu encam derneketiye û ev tişt gotin: “Ez dixwazim ji Tahir Elçî re bi axivim. Birêz Tahir, min dixwest ji te re bêjim, êşkence û polîtîkayên bê cezakirinê bi dawî bûn, êdî tu kes li kolanan nayê qetilkirin, edî di qutiyan de cenazeyê zarokan radestî dayikan nayên kirin û hwd. Min dixwast ji te re van bêjim lê mixabin ez nikarim van tiştan ji te re bêjim, tevî 7 sal piştî te jî hêj jî darizandineke bi edalet tune ye. Hêj jî êşkence û qetilkirin hene. Hêj jî mafê perwerdehiya Zimanê Kurdî qedexe ye. Te ji bo edaletê ew qas têkoşîn da lê mixabin ez ê agahiyeke xirab bidim te ceza nedan kujerê Apê Mûsa. Lê me soz dabû te teqez rojeke em ê werin li ser gora te û bêjin, doza te îdealên te gihişt armanca xwe. Em soz didin ku ji bo dosya te jî bi bêcezakirinê encam negire em ê têbikoşin.”        

Pişt re Rojhat Dîlsîz axivî. Dîlsîz, bi bîr xist ku Tahir Elçî ji ber axaftina xwe rastî lîncê hatibû û wiha got: “Bi heman awayî em jî weke serokê baroyan ji ber axaftina xwe hatin lînckirin. Me jî weke Tahir Elçî aştî xwest me got bila şer bi dawî bibe ji ber wê em hatin lînckirin. Lê ji ber ku pêşengê me Tahir Elçî ye em natirsin. Tahir Elçî li dijî bê cezakirinê têkoşiya lê mixabin niha jî dosyaya wî ber bi bê cezakirinê ve diçe. Lê em ê heta dawiyê bişopînin. Ji bo ku kujer bên darizandin heta dawiyê em ê têbikoşin.”