Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Tabura YPG’ê ku ji welatiyên Ereb pêk tê hate avakirin

Tabura YPG’ê ku ji welatiyên Ereb pêk tê hate avakirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tabûreke leşkerî ku endamên wê ji pêkhateya Ereb in,  ava kir.

Fermandariya YPG`ê ya Helebê ji bo 30 şervanên ji pêkhateya Ereb, tabûrek ava kir. Tabûra bi navê “Tabûra Şehîd Ezîz” piştî perwerdeya mehekê, li taxa Şêxmeqsud bi merasîmekê hate îlankirin.

Di merasîmê de nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Saziya Malbata Şehîdan jî amade bûn. Di merasîmê de endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê ya Helebê Egîd Serêkaniyê damezrandina taburê ragihand û diyar kir ku di vê qonaxa hesas de, tevlîbûna têkoşerên ji pêkhateya Ereb wekî pêngaveke serkeftinê ye. Egîd, destnîşan kir ku pêwîste hemû pêkhate yek bin û di mewziyên şer de bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên ku dixwazin dijmintiyê di nava Kurd û Ereban de çêbikin, şer bikin.

Egîd got ku êrîş ne tenê li ser Kurdan tê meşandin, li ser hemû pêkhateyan tê meşandin û li hemberî van wê YPG jî hemû pêkhateyan biparêze.

Piştî axaftinê şervanên nû yên YPG`ê sond xwarin.

Merasîm bi dirûşmên şoreşgerî û tilîliyên dayikan bi dawî bû.