TŞYG bang li azadîxwaz û demokrasîxwazan kir

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li dijî dîktatoriya Erdogan ban li gelan kir û got, ‘’Bi seferberiya berxwedanê, li dijî vê pergala mêtinger em rabin ser piyan’’

Tevgerê diyar kir ku divê têkoşîn bi çalakiyên şoreşger were geşkirin û got ew biryardar in ku faşîzmê têk bibin.

Konseya Giştî ya TŞYG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî banga, ‘’li dijî faşîzmê ji bo berxwedana giştî seferberî’’ kir.

‘TIRKIYE BÛYE GIRTÎGEH’

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a bi rêveberiya Tayyîp Erdogan di serî de gelê Kurd li dijî hemû gelên Tirkiyeyê êrîşên xwe bê navber berdewam dike, rêveberiya AKP’ê ya ku tenê bi şer li ser piyan e, êrîşên xwe yên li dijî Bakurê Kurdistanê, di ser Başûrê Kurdistanê re biriye Rojavayê azad û qadên Şengalê jî, çiya û sirûşta Kurdistanê bombe dike, daristanan dişewitîne.

Di daxuyaniya TŞYG’ê de bi domdarî hate gotin rêveberiya AKP’ê dijminê her cure heq û azadiyan e, li Tirkiyê û Kurdistanê terora girtinê dike, hewl dide hemû hêzên demokrasiyê dîl bigire. Dest li ser mewziyên ku hatin bidestxistin datîne, şaredariyan desteser dike, wekîl, şaredaran digire û bi ser avahiyên partiyan de digire.

Konseya Giştî ya TŞYG’ê di daxuyaniyê de got AKP bi BHQ’yên Rewşa Awarte Tirkiye kiriye girtîgeh.

 ‘TÊKOŞÎN BI ÇALAKIYÊN ŞOREŞGER DIVÊ WERE GEŞKIRIN’

TŞYG’ê bi domdarî got, ‘’Li dijî êrîşên faşîst ên Tayyîp Erdogan ku ti rewabûna wî û rêveberiya wî nîn e, tenê bi geşkirina eniya yekbûyî ya demokratîk bersiv dikare were dayin.’’

TŞYG’ê herî dawî daxuyaniya xwe wiha qedand: ‘’Em serê xwe ji faşîzmê re û ji êrîşên wê re netewînin. Li dijî politîkayên şer û zilmê yên dîktatoriya bi rêveberiya Tayyîp Erdogan em têkoşîna rêxistinî geş bikin. Bi seferberiya berxwedanê li dijî vê pergala mêtinger em rabin ser piyan.’’