Swîsreyê xelata azadiya fikrê da Zehra Dogan

Saziya Swîsreyê ya Freethînkers (Yên Azad Difikirin) xelata azadiya fikrê da rojnamevana di girtîgehê de Zehra Dogan û rojnamevana Îranê Masîh Alînejad.

Saziya Swîsreyê ya Freethînkers (Yên Azad Difikirin) xelata azadiya fikrê da rojnamevana di girtîgehê de Zehra Dogan û rojnamevana Îranê Masîh Alînejad. Ji ber ku Zehra Dogan qetlîama li Nisêbînê ya ku bi destê dewleta Tirk hatibû kirin, kiribû nûçe, hatibû girtin. Rojnamevana Îranê Masîh Alînejad jî ji ber ku wêneyên jinên bê meles li ser facebooka xwe belav kiribû, ji aliyê rejîmê ve hatibû cezakirin.

Ji ber ku Masîh Alînejad li Amerîkayê bû û Zehra Dogan jî di girtîgehê de ye, hevalên wan xelatên wan wergirt.

Ji ber ku Zehra Dogan di girtîgehê de ye hempîşeyên wê Naz Oke û Lûcîe Renée Boûrges xelata wê stendin.

‘DENGÊ ZEHRAYÊ DI QADA NAVNETEWEYÎ DE HATE BIHÎSTIN’

Oke di axaftina xwe ev tişt got, “Zehra xwe bi nasnameyên cihê îfade dike. Him jin e, him Kurd e, him rojnamevan e, him jî hunermend e. Zehra rojnamevanî û hunermendiyê tîne ba hev. Em hemû li ser navê Zehrayê bextewar bûn.”

Zehra Dogan ji ber ku qetlîama dewleta Tirk a li Nisêbînê kiribû nûçe, 5 mehan di girtîgehê de mabû. Piştre jî ji ber wêneyê ku xêz kiribû û ji ber nûçeyeke din 33 mehan cezayê girtîgehê lê hate birrîn û dîsa kete girtîgehê.