Swîsreyê cîhadîstek ji welatîbûna xwe derxist

Konseya Federal a Swîsreyê endamê El Nûsra Umît Y. ê ji Tirkiyeyê ji welatîbûna xwe derxist. Tê gotin ku Umît Y. dikare bê dersînorkirin.

Li gorî nûçeyeke ku îro di rojnameyên Swîsreyê de hate weşandin ku Umît Y. ê 34 salî ku hem welatiyê Swîsreyê hem jî yê Tirkiyeyê ye ji welatîbûna Swîsreyê hate derxistin. Di sala 2017'an de li Umît Y. bi sûcdariya ku propaganda terorê kiriye 2,5 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Umît Y. tê sûcdarkirin ku li bajarên como, Emilia û Lugono yên kantona Ticinoyê di navbera salên 2014 û 2017'an de 10 kes şandiye nava rêxistina El Nûsrayê.

Dersînorkirina Umît Y. jî di rojeva konseya federal de ye.