Swîsre deng li Tirkiyeyê kir: Ji axa Sûriyeyê derkeve!

Komîteya Polîtîkaya Derve ya Parlemetoya Netewî ya Swîsreyê, pêşnûmeya Partiya Sosyalîst a di derbarê Efrînê de erê kir.

Pêşnûmeya Efrîn û Sûriye ya ku ji aliyê Parlementoya Netewî ya Swîsreyê ve pêşkêşî Komîteya Polîtîkaya Karê Derve ya Parlementoya Netewî ya Swîsreyê kir hate erêkirin. Di çarçoveya pêşnûmeya hatî erêkirin de, Parlementoya Netewî ya Swîsreyê bang li NY û Konseya Federal a Swîsreyê kir ku ji bo dawîanîna şerê li Sûriyeyê bikevin nava tevgerê.

BANGA TIRKIYE JI SÛRIYEYÊ DERKEVE

Pêşnûmeya piştî ku ji aliyê partiya sosyalîst a swîsreyê ve pêşkêşî parlementoyê hate kirin û şûnde û Komîteya Polîtîkaya Derve ya Parlemetoya Netewî y Swîsre erê kir, di serî de banga derketinê li Tirkiyey û hemû hêzên ku li Sûriyeyê mafê navneteweyî bin pê dike kir ku ji Sûriyeyê derkevin. Dîsa di çarçoveya pêşnûmeyê de ji bo alîkariya mirovî ji bo Sûriyeyê pêk were, divê rolên mezin bên girtina ser milan.

Li aliyê din têkildarî mijarê Parlementerê Parlementoya Netewî ya Partiya Çep û endamê Polîtîkaya Derve ya Swîsreyê Coral Sommarûga axivî û diyar kir ku erêkirina pêşnûmeyê tiştekî girîng e, diyar kir ku bi îxlalkirina mafan a Tirkiyeyê bûye sedem ku şerê ku 7 sal in dom dike hê zêdetir bibe ye.

SOMMARUGA: DIVÊ HIQUQA NAVNETEWEYÎ Jİ TIRKÎYÊ RE BÊDENG NEMÎNE

Sommarûga got: “Binpêkirina hiquqa navneteweyî ya ji aliyê artêşa Tirk ve û ketîna nava axa welatek din nayê pejirandin. Hiquqa navneteweyî nayê binpê kirin, dewletên parêzvanên vê, divê girêdayî vê bin.”

Sommarûga destnîşan kir ku divê Swîsre û NY ji bo aştiyê rêberî ji layenên şer ên Kurd jî di nav de re bike, di vê mijarê de Swîsre xwedî hêz û qade. Sommaruga got: “Ji hemû layenên şer re divê berpirsyariya binpênekirina hiquqa navneteweyî bê birî xistin.