Swêdî û Kurd: Divê PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin!

Kurdan û siyasetmedarên Swêdî li Stockholmê di civînekê de ji hikumeta Swêdê xwestin, ku ji ber doza Palme lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxîne.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swêdê, ji bo nirxandina bûyera kuştina Olof Palme ku piştî 34 salan hate girtin û bilêvkirina daxwazên xwe, bi beşdariya mexdûran û siyasetmedaran civîne li dar xist.

Civîn li paytext Stockholmê pêk hat û ji aliyê hunermenda Kurd Evîn Akbaş ve hate birêvebirin.

SALEH: PIŞTÎ SÛCDARIYÊ ZEXTEKE GIRAN LI ME KIRIN

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swêdê Nadîa Saleh bi bîr xist, ku rojek piştî kuştina Palme, rojnameyên Swêdê nûçe bi sernavê "Kurdan Palme kuştin" weşandin û bi vî rengî gelê Kurd ê ji 50 milyon kesî weke kujerê Serokwezîr Olof Palme hate sûcdarkirin.

Saleh diyar kir ku gelekî ku ti eleqeya xwe bi kuştinê re tune ye hate sûcdarkirin, polîsan zexteke giran li dehan Kurdan kirin, hin ji wan dersînor kirin û got, "Piştî 34 salan ev sûcdarî ji ser Kurdan rabû, lewma bêhn hate ber me. Lê belê ez bi xwe jî beriya 34 salan weke yek ji kesên ku dostê gelê me Palme kuştiye sûcdar hatim nîşandan."

Piştî axaftina Saleh li ser jiyan û têkoşîna Palme, her wiha li ser pêvajoya dozê ya piştî kuştina wî hate meşandin fîlmek hate nîşandan.

Piştre jî mexdûrên zext û operasyonên Polîsên Ewlekairya Swêdê, qala travmayên xwe kirin.

ONAL: DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN

Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) yê Skandînavyayê Sînan Onal ji hikumeta Swêdê xwest ku lêborînê ji Kurdan bixwaze û destnîşan kir ku divê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.

KASIRGA: ROLA DEWLETA TIRK HEYE

Parlamenterê berê yê Partiya Sosyal Demokrat a Karker û Serokê niya yê partiyê yê Koma Şaredariya Stockholmê Kadîr Kasirga jî diyar kir ku weke ciwanekî ku di sala 1990'î de koçî Swêdê kir, ew jî di nava Komeleya Kurdan de bû ku hedef hatibû nîşandan.

Kasirga got, "Kurd wê demê ji xwe gelekî bawer bû, zanîbûn ku ti eleqeya wan bi bûyera kuştinê re tune ye. Lê belê bi saya dûvikên dewleta Tirk a kûr hewl dan ku bûyera kuştinê bixin stuyê Kurdan."

Kasirga bi bîr xist ku şefê polîsan Hans Holmer ê wê demê lêpirsîn dimeşand û hewl dida ku bûyerê bixe stuyê Kurdan neçar maye îstifa bike û got, "Beriya niha bi çend hefteyan doz hate giritn. Aliyekî xwe yê erênî ew e ku hat fêhmkirin eleqeya Kurdan bi vê nîne. SETA ku saziyeke fikrî ya AKP'ê ye di sala 2018'an de jî bi MÎT'ê re raporek ji 800 rûpelî amade kir û hîn jî PKK û Kurd weke kujerê Palme sûcdar kir. Niha bendewariya me ew e ku Swêd lêborînê bixwaze û daxuyaniyê bide. Divê eşkere bike ku çima sûcdariyeke wiha li me kirin."

Kasirga diyar kir ku li Swêdê dîasporayeke xurt a Kurdan heye û diyar kir ku Federasyona Kurd, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swêdê û saziyên din ên Kurdan ji bo lêborîn ji Kurdan bê xwestin û daxwazên wan bên qebûlkirin divê li hev kom bibin û bi hev re bixebitin.

RÎAZAT: DIVÊ LI DIJÎ SÛCDARIYA TERORÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat jî got, "Hinek dixwazin ku soz bê vekirin û tazmînat bê xwestin. Ev girîng in, lê belê ya herî girîng ew e ku mohr û sûcdariya terorê ji ser Tevgera Azadiyê ya Kurd bê rakirin. Êşa ku 34 salan hate kişandin bi pereyan çareser nabe. Bi lêborînê jî nabe ku bê derbaskirin."

Rîazat diyar kir ku mijar siyasî ye û ji hikumeta Swêdê û Wezîra Karên Derve Ann Lînde xwest ku ji bo mohra 'terorîst' ji ser PKK'ê bê rakirin bikevin nava liv û tevgerê.

HADDOÛ: DIVÊ SWÊD BI BERPIRSYARÎ RABE

Parlamenterê Partiay Çep Tony Haddoû jî diyar kir ku piştî kuştina Palme gelê Kurd hemû kirin hedef û destnîşan kir ku vê yekê ne tenê bandoreke neyînî li Kurdan kir, li gelên bindest hemûyan kir.

Haddoû diyar kir ku êdî dem hatiye hikumeta Swêdê bi berpirsyariya xwe rabe û xwest PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.