Swêdê mafê bicihbûnê da penaberên ji Sûriyeyê
Swêdê mafê bicihbûnê da penaberên ji Sûriyeyê
Swêdê mafê bicihbûnê da penaberên ji Sûriyeyê
Daîreya Penaberan a Swêdê biryar da ku ji hemû penaberên ji Sûriyê tên mafê mayîn û bicihbûna li Swêdê bê dayîn. Penaberên mafên wan ên mayînê demborî bû, veguherî mafê herdemî. Ji 8 hezar Sûriyeyiyên serlêdan kirine jî mafê penaberiyê hat dayîn û maf ji wan re hat naskirin ku malbatên xwe jî bînin Swêdê.
Swêd, yekane welatê Yekitiya Ewropayê ye ku mafê bicihbûnê yê giştî daye penaberên Sûriyê. Komîsera Karên Hundurîn a Yekitiya Ewropayê Cecilia Malmstrom da xuyakirin ku wê ji mêj ve xwestiye mafê penaberiyê ji welatiyên ji Sûriyê hatine bê dayîn, lewma ew ji biryara Swêdê kêfxweş e. Malmstrom diyar kir ku ew hêvîdar e welatên din ên Yekitiya Ewropa jî di şopa Swêdê de bimeşin.
Wezîrê Penaberiyê yê Swêdê Tobias Billstrom da xuyakirin ku pevçûnên li Sûriyê dijwar bûne, tu nîşane nîne ku di demeke kurt de bi dawî bibin, lewma Daîreya Penaberiyê biryar daye ku ji penaberên ji Sûriyê re mafê bicihbûnê nas bike.
Billstrom bibîr xist ku 28 welatên Yekitiya Ewropayê hene û got, "Ez hêvîdarim ku wê ji mirovên ji vî şerê dijwar reviyane piştgirî were dayîn. Hikûmet wê her tim ji welatên din ên Yekitiya Ewropayê bixwaze ku di vî warî de berpirsyariyên xwe bicih bînin." Billstrom ragihand ku di nava welatiyên Yekitiya Ewropayê de welatên ku herî zêde xwedî penaberên ji Sûriyê ne Elmanya û Swêd e.
Di salên 2012 û 2013'an de Swêdê biryar da ku mafê penaberiyê bide 14 hezar û 700 koçberên ji Sûriyê.
Ev biryara hikûmetê ya ji bo dayîna mafê penaberiyê ji bo welatiyên Sûriyê li mûxalefetê ji aliyê Partiya Karker a Demokrat, Partiya Hawirdorparêzan a Keskan û Partiya Çep ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Demokratên Swêdê ku nîjadperest in û dijminê biyaniyan e, li dijî vê biryarê derket.