Swêd dê tevlibûna dagikirina Afganîstanê bidomîne
Swêd dê tevlibûna dagikirina Afganîstanê bidomîne
Swêd dê tevlibûna dagikirina Afganîstanê bidomîne
Di encama anketên tên çêkirin de piraniya gel li dijî ku Swêd leşkeran dişîne Afganîstanê ye û ligel vê parlamentoya Swêdê duh îradeya gel tune hesiband û dema peywira leşkerên xwe ya li Swêdê salek dirêj kir.
Ji bo biryara tevlibûna dagirkirinê li dijî 18’an 293 deng hatin girtin. Duh li parlamentoyê di dengdanê de ji bilî partiya Çep hemû partiya gotin ji bo leşkera tevli dagirkeriyê bibin deng bikaranîn. Di biryarê de hate gotin ku 600 leşkerên Swêdê dê hata dawiya sala 2014’an li Afganîstanê bimîne û bi helîkopteran re jî ekîbeke ji 170 kesî pêk tê dê peywira naqliyeta derman, binesazî û materyalan bike. her wiha 50 leşkerên Swêdê jî dê polîs û leşkerên Afgan perwerde bikin.
Vê biryarê rê ber bertekan vekir. di xwepêşendana li ber avahiya parlamentoyê hatiye kirin de dagirkirina Afganîstanê ya ji aliyê Swêdê ve hat protestokirin.
DAGIRKIRINÊ PEVÇÛN Û ŞER ZÊDETIR KIR
Berdevkê Polîtîkya Derve ya Partiya Çep Hans lînde axaftinek kir û da zanîn ku hemû nûnerên partiyên siyasî dibêjin ku ji bo alîkariya Afganîstanê leşkerên Swêdê tevli dagirkirinê bûne û got: “Ev 12 sale em encamên dagirkirinê dibînin. Nelihevkirin mezin bûye. Şer mezintir bûye. Jin û zarok her diçin zêdetir dimirin. Kesên bi armanca alîkariya mirovahî diçin wir dimirin.
Li ser navê ‘Ji bo Aştiyê jin’ Ferah Ozcali jî axaftinek kir û diyar kir ku ligel ku ew dixwazin leşkerên Swêdê vekişîn, peywira leşkeran hatiye dirêjkirin û bandora şer ya ku li ser jinan kiriye mînak nîşan da.
Bozcali got dagikirin fuhuş û şîdetê zêde dike. Bozcali balkişand ser komkujiya li Kurdistanê ya ku du sal berê pêk hat û 34 ciwan hatin kuştin û got: “Li bakurê Kurdistanê 34 ciwanên Roboskê hatin kuştin. Yên hatin kuştin di navbera 12-19 salî de bûn. Di agahiyên tê dayîn de tê gotin ku ev ciwan bi wesayîtên hewayî yên bê mirov yên DYA’yê ve hatine kuştin.
Parlamenterê parlamentoya Ewropayê yê berê Maj-Brîtt Teorîn Jî axivî û bertek nîşanê dagkirina Afganîstanê da.