Suryaniyan ji bo HDP û Demîrtaş daxwaza dengan dikin
Suryaniyên ku li Ewropa dijîn lez dan xebatên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê. Sûryaniyan ji bo ku welatî dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş kar dikin.
Suryaniyên ku li Ewropa dijîn lez dan xebatên ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê. Sûryaniyan ji bo ku welatî dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş kar dikin.
Li Swedê Suryaniyan bi rêveberên dêrê re hevdîtinan dikin, mal mal digerin û ji bo beşdarbûna girseya herî mezin a Asûrî-Suryanî ji bo hilbijartina 16-17’ê Hezîranê ya li Stockholmê kar dikin. Di Tv Suryoyo de ji bo beşdarbûna gelê Suryani-Keldanî ya ji bo hilbijartinê û dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş bang tên kirin.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê jî têkildarî hilbijartinan bi devkî û nivîskî Suryaniyan agadar dikin û ji bo çuyina ser sindoqan jî amadekairyan dikin.
Namzetê HDP’ê yê Mêrdinê yê rêza 3’an Tûma Çelîk jî li Elmanyayê serdana gel dike. Çelîk li Bremenê serdana Dêra Ortadoks kir û bi Berpirsa Karê Derve Mor Severyos Hanna Aydin re hevdîtinek pêk anî. Piştre ji bo nasandina HDP’ê li dêrê beşdarî civîna gel bû.
Çelîk piştre serdana berpirsên Dêra Bremenê kir û ji bo HDP’ê daxwaza piştgirîdayinê kir.
Çelîk diyar kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û Suryaniyan gelek girîng e û bang li gelên Asurî-Suryanî-Keldanî kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.