Li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê 4 partî û rêxistinên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ev kiryarên kêfî yên dewleta Tirk ji bo bêdengkirina hêzên demokratîk û têkbirina têkoşîna ji bo mafên hindekahiyan ne.
Di daxuyaniyê de desteserkirina şaredariyan hate şermezarkirin û bang li hêzên demokratîk hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Ji hikumeta Swêd û Yekîtiya Ewropayê jî hate xwestin ku hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endametiyê rawestînin.
Rêxistina Demokratîk a Asûriyên li Swêdê (ADO), Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (GHM), Kongreya Gel a Mezopotamyayê û Komeleya Piştevaniyê ya Mezopotamyayê mohra xwe danîn binê daxuyaniyê.