Sûryanî: Erdogan li pey xelîfetiyê ye

Nûnerê Swêdê yê Yekîtiya Sûryaniyên li Ewropayê Metîn Rhawî got Erdogan ê bi polîtîkayeke emperyal e û xaka welatên din dagir dike li pey xelîfetiyê ye.

Rhawî got Erdogan ji hêla fizîkî û giyanî ve nexweş e û diyar kir, heke Tirk li dijî Erdogan ranebin û wî ji fantaziya xîlafetê venegerînin hemû kesên li Tirkiyê dijîn wê zirarê bibînin.

Rhawî li ser helwesta Erdogan a li diî Kurdan got,''Erdogna naxwaze peyva Kurd û axaftina bi Kurdî bibihîse. Dixwaze her kes ji xwe re bibêje Sinnî û Tirk. Naxwaze bibîne ku Sûryanî etnîkeke cuda û baweriyeke cuda ne. Li gorî wî çi kesê ku li Tirkiyê dijî Tirk e û misilmn e. Hebûn gelên din înkar dike.''

Rhawî got Erdogn dixwaze Suryanên rajêrî xwe bike û got: ''Em ne Sûrynên Esat ne yê Erdogan û ne jî yê Kurdan in. Em bi Kurdan re dixebitin. Bernameyeke me ya hevpar heye. Berjewendiyên me yên hevpar hene. Kurd û Sûryan bi eynî nirxî ne.''

Rhawî got divê Erdogan Kurdan, Asûr-Sûryanan û gelên din nas bike, her kes bi azadî û bêtirs fikra xwe bibêje.

Rhawî bal kişand ku hikûmeta AKP’ê û Erdogan HDP a ku mafê Kurdan, Asûrî-Sûryanî û kême neteweyên din diparêze dike hedef û got: “Erdogan serîrakirina 15’ê Tîrmehê weke darbe dît. Lê li ber çavê hemû cîhanê bi xwe darbe kir. Tu kes cesaretê nabîne bêje êdî bes e. Rêveberên HDP’ê yên ku cesaret dîtin li dijî rejîma Erdogan derketin hemû girtîne. Hevşaredarên vîna gel ji erkê hatin girtin. Ti maf û rayeya wî ya kirin vê nîne. Yên rêz ji encamên hilbijartinê re negirin, ti mafekî wî yê qala demokrasiyê jî bike nîne. Ev dîktatorî ye.