Sûriyeyê programa çekên kîmyewî gihand RQÇK

Sûriyeyê programa çekên kîmyewî gihand RQÇK

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇK) aşkera kir ku, Sûriyeyê programa îmhakirina çekên kîmyewî di roj û demjimêra xwe de gihandiye.

RQÇK got: “Komara Ereb ya Sûriyeyê roja Pêncşemê programa têkildarî çekên kîmyewî gihandine me.” Di daxuyaniyê de da diyarkirin ku, “Bi vî awayî îmhakirina çekên kîmyewî bi awayek sîstematîk û şopandina wê êdî dê bê berfireh kirin.”

Programa îmhakirina çekên kîmyewî ên Sûriyeyê ji aliyê Lijneya Rêveber ya RQÇK ku ji vî peywirî berpirsyare dê bê hûrkolîn kirin.

Li gorî biryara hêjmara 2118 ya Neteweyên Yekbûyî (NY), pêwîste çekên kîmyewî heya nava 2014 bêne îmhakirin. RQÇK dê heya 15’ê Mijdarê programa îmhakirina çekên kîmyewî ên Sûriyeyê diyar bike.

Sûriyeyê rojên borî de lîsteya hemû deverê çekên kîmyewî lê tên hilberandin û stokên wan pêşkêş kiribû.

RQÇK roja Înê daxuyanî dabû û aşkera kiribû ku, ji 23’ê çekên kîmyewî ên Sûriyeyê 19 jê hatine hûrkolîn kirin.

RQÇK di serê meha Cotmehê de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin û têkildarî pêşketinên ji destpêka kar heya niha raporek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kirine.

Sûriyeyê ji 14’ê Cotmehê û vir ve hevpeymaniya pêşîlêgirtina belavbûna çekêm kîmyewî qebûl kir.

Biryara îmhakirina çekên kîmyewî û kontrola li ser ya NY piştî êrîşa kîmyewî 21’ê Tebaxê ya li Şamê pêkhat, di navbera DYA û Rûsyayê de hate girtin. Welatên Rojava ji êrîşên kîmyewî rejima Sûriyeyê berpirs digirin û Sûriye, Îran û Rûsya jî komên çekdar berpirs digirin.

Li gorî pisporan 300 ton gaza hardal û zêdetirî hezar ton çekên kîmyewî di destê Sûriyeyê de hene.