Li Sûriyeyê şerê mezhebî didome. Li gorî agahiyên cûr bi cûr bi sedan şervanên Ereb ji bo ‘cîhadê’ û şerê li dijî rejîma Beşar Esad a ‘kafir’ derbasî Sûriyeyê bûne. Ev şervan li ser banga rêxistina El Qaîdeyê berê xwe didin Şamê. Di van mehên dawî de di gelek rojnameyên Lîbya û Tûnisê de navê bi dehan ciwan hatin diyar kirin, ku li Şamê mîna ‘şehîd’ di şerê li dijî rejîma Esed a ‘Elewî’ de hatine kuştin. Jixwe hate zanîn ku ev çend êrîşên intîharî yên li dijî saziyên îstîxbaratê li Şam û Helebê pêk hatin, karê rêxistina El Qaîdayê ye.
Eskerên ku ji artêşa fermî ya rejîmê veqetiyane, her ku diçe qalibekî radîkal digrin û bi siloganên ‘cîhadê’ dixwazin serhildana gelê Sûriyêye ya ji bo azadî û demokrasiyê dewrî şerekî mezhebî yê di navbera Şiî û Suniyan de bikin. Bê guman yek ji armanca vê ‘veguheztinê’ bidestxistina alîkariya madî ya welatên Ereb e. Heta niha welatên mîna Qeter û Erabistana Siûdî bi sedan miliyon dolar dane ‘artêşa azad ya Sûriyeyê’. Ev welat bawer dikin ku ewê karibin rejîma Esed mîna ya Qedafî li Lîbiyayê bi riya çekdarkirina serhildêran birûxînin. Eger hat û ev rejîm rûxiya, dê Îran û tevahiya hêzên Şiî li herema Rojhilata Navîn qels bibin û Şam dê carek din bikeve bin desthilatdariya Suniyan. Ji ber vê yekê Erabistana Siûdî û Qeter, li gel wan hin welatên Ereb yên din, hewl didin pîlana Koffi Annan vala derxin. Ew dixwazin ev pîlan têk biçe û li dijî rejîma Esad êrîşek eskerî pêk were. Qeter û Erabistana Siûdî niha hemû hêza xwe ya diplomasî û ya ragihandinê xistine xizmeta vê armancê. AKP jî hewl dide sûdê ji pêşveçûnan werbigre û ji niha ve hêzên dînamîk yên muxalefeta Sûriyeyê bigre bin baskên xwe.
Beriya çend rojan berdevkê ‘artêşa azad a Sûriyeyê’ Amar al-Wawî carek din PKK bi alîgiriya rejîma Esad tewanber kir. Al-Wawî diyar kir ku PKK naxwaze rejîma Esad têk here û ji bo mayina wê li ser desthilatdariya Şamê hin hewledanan dike. Bê guman ev îdîa dûrî rastiyê ye û ji bo razîkirina AKP û dewleta Tirk tê kirin.
Wek tê zanîn serokatiya “artêşa azad a Sûriyeyê” li Tirkiyê dimîne û ew hemû hêza xwe ya deravî û ya lojistîk ji wir digire. Bi vê îdîayê ew dijayetiya xwe ya li hemberî Kurdan nîşan didin û hemû cûreyên texrîbatan ku dê li bajarên rojavayê Kurdistanê bikin ji niha ve rewa dikin. Beriya çend rojan çekdarên girêdayî “artêşa azad ya Sûriyeyê” li herema Efrînê welatiyekî Kurd kuştin.
Dewleta Tirk dixwaze bi riya çekdarên veqetiyayî şerekî çekdarî li dijî Kurdên rojava bide meşandin. Ji ber hindê derewên mîna “PKK bi rejîma Esad ve girêdayî ye” belav dike. Jixwe qet yek belgeh û delîl di destê wan de nîne ku karibe vê îdîayê piştrast bike. Ew vê yekê tenê ji bo yek armancê dikin: Kurdan li pêşberî raya giştî ya Sûriyeyê û Ereb mîna ‘alîgerên rejîma Şamê ya qatil’ li qelemê bidin. Ev yek jî wek me got bi biryara AKP’ê tê kirin.
Muxalefeta Şamê ya girêdayî AKP’ê bi taybet jî “Meclisa Stenbolê” ji destpêka serhildana gel ya Sûriyeyê ve hewl dide Kurdan piştguh bike û wan li derveyî pêvajoya guhertinê bihêle. Gelek daxuyanî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dan. Eşkere mafên xwebirêvibirinê red kir. Burhan Galiyon ê serokê vê meclisê vekirî got: “Eger em mafên Xweseriya Demokrat ji bo Kurdan qebûl bikin jî Tirkiyê destûra vê yekê nade!”. Ev tê maneya ku ev muxalefet ji niha ve qedera Sûriyeyê xistiye bin destê dewleta Tirk!
Kurdên Rojava xwe beşekî bingehîn yê vê serhildanê dinasin. Xwepêşandanên yekemîn li tevahiya welat li Amûdê û Qamişlo pêkhatin. Her weha partiyên Kurd vexwendnameya hevdîtinê ya ku Esad ji wan re şandibû qebûlnekirine û ji bo xatriê xwîna welatiyên Ereb yên li Derra û Humisê têne kuştin, serdana qesra Esad li xwe heram kirin. Kurdan nizanîbû gelo dê Esad çi ji wan re bêje. Dibû ku Esad ê tengavbûyî nasname û hebûna Kurdan qebûl bike. Dibû ku ew projeya Xweseriya Demokratîk jî erê bike, lê dîsa Kurdan wek prensîb hemû cûreyên hevdîtinê bi Esad û rejîma wî re redkirin û xwe beşek ji serhildana gel qebûl kirin.
Li himberî vê durustbûna Kurdan muxalefeta Ereb a girêdayî Tirkiyê çi kir?
Vê muxalefetê siyaseta xwe ya nijadperest li dijî Kurdan berdewam kir. Ji bo AKP razî bike daxuyaniyên dijminane li dijî Kurdan da. Soz da ku ewê tu carî maf û nasnameya Kurdan li Sûriyeyê qebûl neke. Her wiha pere û çek ji welatên Ereban girt û ev “serhildana gel ya ji bo demokratî û azadiyê” dewrî şerekî mezhebî yê di navbera Sunî û Elewiyan kir. Şerekî ku bûye li ser asta heremê û dê Sûriyeyê bike mîna Lubnan û Iraqê.
Divê baweriya Kurdan bi muxalefeta girêdayî Tirkiyeyê neyê. Divê Kurd amedekariya valaderxistina êrîşên çekdarî yên dikarin ji aliyê vê muxalefetê werin birêvibirin, bikin. Bi riya xurtkirina “Komîteyên Xweparastin” Kurd dikarin riya rojavayê Kurdistanê li ber ajanên AKP’ê bigrin.
Divê neyê ji bîrkirin ku AKP hewledanên xwe yên ji bo têkbirina yekîtiya Kurdan li Rojava berdewam dike. Ew dixwaze peyayên xwe çêke û wan li dijî Kurdên welatparêz bidin xebitandin.
Ji bo valaderxistina siyaseta AKP’ê û welatên Ereb yên dixwazin Sûriyeyê bikin eniya şer li dijî Îran û Şii’yan, pêwîstî bi siyasetek hevbeş ya Kurdan heye. Pêwîstî bi kongreyek netewî heye ku gotina Kurdên Rojava bike yek.
Kongreyek ku karibe alîkariya hêzên siyasî yên beşên din jî ji bo gelê Rojava garantî bike.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka