Suriye: Li pey komkûjiya Adra Tirkiye heye
Suriye: Li pey komkûjiya Adra Tirkiye heye
Suriye: Li pey komkûjiya Adra Tirkiye heye
Serokwezîrê Suriya Vaîl el Halakî got lipey komkûjiya heftaye derbasbûyî a li herêma Adra pêk hat û qaşo gotin muxalîfan pêk aniye, lê lipişt wê komkûjiyê Tirkiye û Seudî Erebîstan heye.
Ajansa fermi a Suriya SANA da diyarkirin ku, El Halîkî gotiye, “êrîş bi taybet li derodorê Şamê û li malên karkerên herêma Adra û xebatkarên fermî û xelkê herêmê ku dinava aramiyekê de jiyandikirin de pêkanîne. Komên çete jî li ser talimatên ku ji efendîyen xwe yên wekî Tirkiye û Seudî Erebistan digrin komkûjiya pêk tênin.”
SANA da diyarkin ku, Halakî gotiye, “yên ku alîgiriya çeteyan dikin û çeteyên kirêgir ji berku ji artêşa Sûrî darbeyên giran xwarine, ji bo wendahiyên xwe veşêrin, bi wehşeteke ku di diroka mirovahiyê de ne hatiye dîtin, komkûjî bi talimatan pêk anîne.”
Arda navçeyeke ku li bejahiya Şamê ye û li gorî hejmarên fermî nêzî 100 hezar koçber li vir bi cîh bûne û pevçûn lê nehatine jiyankirin. Hefteya derbasbûyî ji alîyê komên ku El Qaide û enîya îslamî jî di navde cîdigirtin êrîşek li ser Arda pêk anîbûn.
Komên çekdar li beramberî artêşa Sûrî ku li Kalmûn bi pêşdiket li Deyr Atîyye avêtibûn ser nexweşxaneyekê û di nav wande bizîjk û nexweş jî hebûn gelek kes qetil kiribûn.
Komên çete Elewî, Xiristiyan û Dûrzîyên ku li navçeyê dijîn revandibûn û gelek kes jî kuştibûn.
Piştî bûyerê rayedarên fermî dabûn diyarkirin ku 50 kes hatine kuştin, lê di malperên civakî yên înternetê de dabun diyarkin ku 100 kes hatine kuştin.