Sûriyê destûr da pisporên çekên kîmyewî yên NY
Sûriyê destûr da pisporên çekên kîmyewî yên NY
Sûriyê destûr da pisporên çekên kîmyewî yên NY
Hikûmeta Sûriyê destûr da heyeta pisporên çekên kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku biçe herêma tê îdîakirin lê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn.
Der barê mijarê de Wezareta Karên Derve ya Sûriyê daxuyaniyek da û hat ragihandin ku ji bo pisporên çekên kîmyewî yên NY li cihê eyaleta Şamê yê tê îdîakirin çeka kîmyewî lê hatiye bikaranîn lêkolînan bike, bi Nûnera Taybet a NY Angela Kane re lihevkirin çê bûye. Di daxuyaniya di televîzyona dewletê de hat weşandin de hat gotin ku ev peyman "di her kêliyê de derbasdar e.
Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon daxuyanî piştrast kir û diyar kir ku ji bo pisporên çekên kîmyewî roja Duşemê biçe herêmê lêkolînan bike, ew amadekariyên xwe dikin. Berdevk got, "Sekreterê Giştî erê kir ku bûyera li Komara Ereb a Sûriyê qewimiye were lêkolînkirin."
Neteweyên Yekbûyî ji Sûriyê destûr dixwest ku biçe herêma Xûta ya Şamê ku tê îdîakirina roja Çarşemê lê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
Mûxalîfên Sûriyê û welatên Rojavayî rejîma Şamê tewambar dikin ku li Xûtayê çeka kîmyewî bikar aniye. Lê belê Şam van sûcdariyan red dike û îdîa dike ku çeka kîmyewî ji aliyê mûxalîfan ve hatiye bikaranîn.