Sûriye: Çekên kîmyewî yên mûxalîfan hatin dîtin

Sûriye: Çekên kîmyewî yên mûxalîfan hatin dîtin

Televîzyona dewletê ya Sûriyê îdîa kir ku artêşê di tunelên li binê erdê yên Şamê, çekên kîmyewî yên mûxalîfan dîtiye.

Li îdîaya "bikaranîna çekên kîmyewî" yeka din zêde bû.

Televîzyona dewletê ya Sûriyê, îro nûçeyek derbas kir û îdîa kir ku artêşê di tunelên li binê erdê yên Şamê de, çekên kîmyewî yên raperîneran dîtiye.

Di nûçeyê de hat gotin, ku di tunela li herêma Jobar de, gava leşker ketin hundurê wê, ji ber çekên kîmyewî hindik mabûn bifetisin.

Herêma Jobar a li rojhilatê Şamê, bi giranî di destê mûxalîfan de ye.

Di êrîşa roja Çarşemê ya li dijî herêma di bin kontrola mûxalîfan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Hatibû îdîakirin ku di êrîşê de hêzên rejîmê çekên kîmyewî bikar anîne.

Sûriyê ev îdîa red kir, Neteweyên Yekbûyî jî ji bo lêkolînkirina îdîayan nûnereke xwe ya taybet îro şand Şamê.

Her weha hînê ne diyare ka Sûriyê destûrê bide nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî û pisporên çekên kîmyewî ji bo biçin herêma bûyerê yan na.