Sûriye: Çekên kîmyewî li Tirkiyê hatin hilberîn

Sûriye: Çekên kîmyewî li Tirkiyê hatin hilberîn

Rejîma Sûriyê îdîa kir ku komên çekdar ji bo rê li ber destwerdana welatên Rojavayî vekin çekên kîmyewî yên li "Tirkiyê hatine hilberîn" bikaranîne.

Li gorî nûçeya Rîa Novostî ya agahiyên xwe dispêre medya rojavayî, nûnerê timî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El Caferî got, "Komên çekdar ji bo êrîş û destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyê provoke bikin, çekên kîmyewî bikar anîn."

Li gorî Caferî, "komên terorîst" ên ji Tirkiye û gelek welatên Rojavayî piştgiriyê dibînin, ji bo çekên kîmyewî hilberînin li ser axa Tirkiyê laboratûwarek ava kirine. Nûner diyar kir ku madeyên pêwîst ên ji bo hilberîna çeka kîmyewî jî, ji Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê hatine tedarikkirin.

Piştî ku hat îdîakirin roja 21'ê Tebaxê di êrîşa bombeyî ya li rojhilatê Şamê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn, welatên rojavayî dengê xwe yê ji bo destwerdana leşkerî bilind kirin. Hat îdîakirin ku di bombebarana li Şamê de di navbera 350 heta 1.300 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Der barê hejmaran de agahiyeke zelal nîne.

Mûxalefet, DYE, Fransa û Îngilîstan bêyî li benda lêpirsîna Neteweyên Yekbûyî bisekinin, rejîma Şamê ji vê êrîşê tawanbar kirin. Rejîma Sûriye û tifaqên wê Rûsya û Îranê jî diyar dikin ku çekên kîmyewî ji aliyê komên çekdar ve hatine bikaranîn.

Ajansa nûçeyan a Reutersê jî di nûçeya xwe de diyar kiribû ku piştî êrîşa bi îdîaya çekên kîmyewî, ji ser Tirkiyê ve hejmareke zêde çek ji mûxalîfan re hatine veguhastin. Rêveberekî mûxalîf ji ajansê re peyivî û anî ziman ku 400 ton çek ji ser Tirkiyê ve gihaştiye destê mûxalîfan.