Stranên Kurdî ji bo Şaredariya CHP'yî bû barekî giran
Stranên Kurdî ji bo Şaredariya CHP'yî bû barekî giran
Stranên Kurdî ji bo Şaredariya CHP'yî bû barekî giran
Li Kûşadasi ya Aydinê Şaredariya CHP'yî, ji ber ku di reperûara wê de stranên Kurdî jî hene konsera 'Stranên Winda yên Anatoliyê' betal kir.
Di çarçoveya 4. Festîvala Bajarên Bira yên Kûşadasi de ku roja 27'ê Cotmehê destpê kir, diviyabû konsera "Stranên Winda yên Anatoliyê" bihata dayîn. Lê belê çend saet berî destpêkirinê konser hat betalkirin.
Der barê biryara betalkirinê de hunermend Devrîm Kaya peyivî û got, "Li cihekî mîna Kûşadasi, bi hinceta gef hatiye xwarin ji me tê xwestin ku konserê betal bikin. Ev yek weke rewşeke heneko ye. Ji ber ku di projteyê de stranên Kurdî hene, panîkek 'welat ji dest diçe' hat jiyîn. Tiştekî di vê derbarê de bêjim nîne."
Çêkerê albumê Hasan Saltik jî betalkirina konserê piştrast kir û Şaredarê CHP'yî Esat Altingun jî îdîa kir ku konser ji ber "sedemên teknîkî" hatiye betalkirin.