Strana Partiya Çep a Kesk a ji bo hilbijartinê: Dîsa Em

Partiya Çep a Kesk di çarçoveya amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinê de bi navê "Dîsa Em" stranek amade kir û parve kir.

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye gav bi gav ber bi hilbijartina serokkomariyê û giştî ve diçe. Partiya Çep a Kesk jî ku di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de dê biçe hilbijartinê zend û bendên xwe bada ye. Partiya Çep a Kesk îro li hotêlek Enqereyê Danezana Hilbijartinê eşkere kir. Di civîna lansmanê de danasîna strana kurdî ya hilbijartinê jî hat kirin. Gotinên stranê aydî helbestvan Mihemed Pîrosî ne û muzîka wê jî ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye hûnandin. Danasîna strana ku klîb jê re çêkirine, hat kirin.