BI DÎMEN

Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê de çîrokên Kurdistanê…

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) îsal cara 14’emîn bi çîrokên ji çar aliyên Kurdistanê hezkiriyên sînemayê anîn ba hev.

FESTÎVALA FÎLMÊN KURD A LONDONÊ

Bi saya festîvalê gelê Kurd bi rêya sînemayê şahidiya dîrok, trajedî, berxwedan û dewlemendiya xwe ya çandî kir.

Festîvala îsal bi dirûşmeya ‘’Dîsa Govend’’ hate  lidarxistin û di festîvalê ne tenê temaya êşê di heman demê de temayên hêvî, berxwedan û jiyanê jî hatin nîşandan.

DI SÎNEMAYÊ DE KURDISTAN

Festîval bi filmê metrajdirêj ê derhênerê Kurd Hisham Zaman ê bi navê ‘’Rojeke Şad’ dest pê kir. Fîlmê ku li kampeke Norwecê derbas dibe û bi awayekî trajîk bi dawî dibe, temaşevanan bi hesasbûna jiyana kesên ku ji Kurdistanê koç kirine re rû bi rû dike.

Filmê derhênerê ciwan Bîlal Korkût ê bi navê ‘’Bîraxane’’  di atmosfereke ku bi helbestvaniya helbestvan Kurd Arjen Arî hatiye hunandin de balê dikşîne ser diyalogên di navbera Kurdologekî Emerîkî û katekterên ku di bîra gelê Kurd de asê bûne. Filmê ‘’Bîraxane’’ her çend bi trajediyekê bi dawî bibe jî berê temaşevanan dide rêwitiyeke hundirîn a dûr û dirêj.

VEBÊJÊN TÊKILDARÎ BÎRA KOLLEKTÎF

Belgefîlma Medîha Guzelgun a bi navê ‘’Xerîbiya Sêyem’’ bîra jinên ku şahidiya Komkijiya Mereşê kirine, nîşanî temaşevanan dide û fîlmê Ozkan Kuçuk ê bi navê ‘’Rojbaş’’ jî li ser berxwedana şanoya Kurdî ya li hemberî zextên ji berê heya niha disekine. Kemal Ûlûsoy ê şanoger ku di fîlmê de cih digire, anî ziman ku ev berxwedan nîşandana rastiya gelê Kurd e.

Filmê Ayşe Polat ê bi navê ‘’Li Piniya Kor’’ jî girêdayî cînayetên kiryarên wan nediyar li ser dîroka tarî ya Tirkiyeyê ya demên dawîn disekine. Kurtefîlmên bi navê ‘’Girav’’ û ‘’Kurê Min’’ jî li ser krîzên ekolojîk û êşên civakî yên ji ber avaniya malbatên muhafezer disekinin. Kurtefîlmê bi navê ‘’Maleke Nêzik’’ jî êş û hêviyên terzîyekî Kurd ê li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê li ber xwe dide nîşanî temaşevanan dide.

BERXWEDANA JINAN Û TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ DAÎŞ’Ê

Di festîvala îsal de çîrokên têkildarî jinan xwedî cihekî girîng bûn. Fîlmê Binevşa Berîvan ê bi navê ‘’Xama û Zarok’’ behsa rûbirûbûna jineke Êzidî ya bi tecawizkarê wê yê DAÎŞ’î dike û belgesela Kawa Akrewî ya bi navê ‘’Bombeya Sûriyeyê ya Deng Jê Tê’’ jî balê dikşîne ser rîska ewlehiyê ya li gel bi deh hezaran DAÎŞ’iyên ku li kampên Rojava tên girtin.

Her wiha fîlmê Soleen Yûsif ê bi navê ‘’Biserketî’’ jî têkoşîna ciwana bi navê Mona ya ji Rojava koçî Elmanyayê dike, pêşkêşî temaşevanan dike û di heman demê de ji endameke malbata xwe ya ku di nava refên YPJ’ê de têkoşiyaye îlham digire û aliyên têkoşînê yên şexsî nîşan dide.

RÛBIRÛBÛNA ÇÎROKÊN RASTÎN

Belgefîlma Rêber Doskî a ni navê ‘’Keçên Rojê’’ jî qala pêvajoya rehabîtîlasyona jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ’ê hatine revandin dike. Her wiha yek ji lehenga rastîn Sarab Nayif jî li eywanê amade bû û derket ser dikê ku bi vegotina  serpêhatiyên xwe li gel beşdarên festîvalê xemgînî û hestiyarbûneke mezin ava kir.

Di tevahiya festîvalê de gelek hevdîtin hatin kirin û di hevdîtinan de ji aliyê derhêner, lîstikvan û temaşevan ve mijarên weke pêşeroja sînemaya Kurdî, zehmetiyên afirandinê û têkiliya sînema û hunerê hatin nîqaşkirin. Bi nîşandana 58 fîlman  pêşketin û asta sînemaya Kurdî jî diyarkirin.

‘SÎNEMAYA KURDÎ BI BERXWEDANÊ PÊŞ KET’

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr di festîvalê de axivî û got: ‘’Ev festîval nîşandana bîr û berxwedana gelekî ya bi rê ya sînemayê ye.’’

Nivîskara sînemayê Seray Genç jî bi tatbetî bal kişand ser fîlmê ‘’Xeribiya Sêyem’’ û got ku wê ev fîlm bandoreke mezin li  bîra dîasporaya Mereşê bike.

Dîrektora Bernameya LKFF’ê Şehrîban Sûyûr jî diyar kir ku di festîvala îsal de jinan zêdetir cih girtiye û ew gelekî girîngiyê didin çîrokên ji çar perçeyên Kurdistan û dîasporayê.

Derhêner Soleen Yusif bal kişand ser girîngiya yekîtiya sinemagerên Kurd û got: ‘’Ev festîval ji aliyê sazîbûna sînemaya Kurdî ve gelekî girîng in.’’

Pedegog û Rojnamegerê Kurd Alaaddîn Sîyanîç jî ku têkildarî lidarxistina LKFF’ê xwedî kedeke bi salan û mezin e ev yek anîn ziman: ‘’Hemû fîlmên hatine kişandin hewl didin bi budceyên biçûk nirxên mezin ava bikin. Lê belê divê em êdî sînemaya Kurdî zêdetir pêş bixin.’’

‘EM BI RÊYA SÎNEMAYÊ BIRÎNAN NÎŞAN DIDIN’

Derhênerê fîlmê bi navê ‘’Bîraxane’’ Bîlal Korkût têkildarî rexneya ku sînemaya Kurdî gelekî li ser temaya êşê disekine axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Rastiya gelê me çi be filmê wê jî wê nîşan dide. Mirov dixwaze bîrana xwe nîşan bide. Dema ku ev birîn sax bû û êş bi dawî bûn, wê demê em ê jî berê xwe bidin fîlmên neşedar.’’