Festîvala Fîlmên Kurd didome: Divê Kurd çîrokên xwe vebêjin
2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê a ku wê sibe bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe, li ser paşeroj, niha û siberoja sînemaya Kurd panel hat lidarxistin.
2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê a ku wê sibe bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe, li ser paşeroj, niha û siberoja sînemaya Kurd panel hat lidarxistin.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê 2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurd tê lidarxistin, bi eleqeyeke mezin didome.
Di çarçoveya festîvalê de li ser paşeroj, niha û siberoja sînemaya Kurdî paneleke taybet hat lidarxistin. Di panela ku moderatoriya wê Serhat Haluku û wergervaniya wê Jiaer Mohedien kir, derhênerên bi navê Cemîle Şahîn, Ekrem Heydo, Hewraz Muhammed û Shahram Alîdîserpêhatiyên xwe parve kirin.
LI ROJHILAT TÊKOŞÎNA SÎNEMAYÊ
Shahram Alîdî piştî “Şoreşa Îslamî” ya Rojhilat behsa zext û sansura li qada sînemayê kir. Alîdî diyar kir ku sînemaya Kurd li hemberî sansûr û zextan têdikoşe û anî ziman ku di sînemayê de nifşê nû bi xurtî dest bi îfadekirina nasnameya xwe kiriye.
'DIVÊ KURD ÇÎROKA XWE VEBÊJIN’
Hewraz Muhammed li ser rewşa Kurdan a di sînemayê de nirxand kir. Muhammed da zanîn ku di dîrokê de bi nêrîneke oryantalîstî yan jî bi çavê dagirkeran behsa Kurdan hatiye kirin û destnîşan kir ku divê Kurd êdî bi ziman û nêrîna xwe çîrokên xwe bi rêya sînemayê vebêjin.
Derhênerê belgefîlman Ekrem Heydo diyar kir ku eger çîrokên civaka Kurd neyên belgekirin, dibe ku bên jibîrkirin. Heydo anî ziman ku divê çîrokên çar parçeyên Kurdistanê bên pêşandan û got, "Hem di sînemaya belgefîlm û hem jî di sînemaya çîrokî de veguhestina hestan mimkun e."
LI DÎASPORAYÊ TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ
Derhêner Cemîle Şahîn bal kişand ser têkoşîna Kurdên dîasporayê yê li Ewropayê û bi rêya sînameyê parastina nasnameya xwe.
Cemîle Şahîn destnîşan kir ku ew bi fîlmên Yilmaz Guney mezin bûye lê Kurdî di sînemayê de têra xwe cih negirtiye û anî ziman ku piştî Berxwedana Kobanê li Ewropayê nasnameya Kurd zêdetir derketiye holê.
SIBEROJA SÎNEMAYA KURD
Di panelê de cih û pêşeroja sînemaya Kurdî ya li Ewropayê jî hat nîqaşkirin. Derhêneran diyar kirin ku ji bo sînemaya Kurdî di qada navneteweyî de zêdetir bêê dîtin divê kalîteya hilberînê bê zêdekirin û lobiyeke sînemayê ya xurt bê avakirin.
ÇALAKIYÊN ROJA PÊNCEMÎN
Li pirtûkfiroşa BibaBuZe ya navçeya Bilk a Dusseldorfê wê çalakiya xwendinê ya nivîskar Jana Seyda hat lidarxistin. Nivîskar Jana Seyda li Amûdê ji dayik bûye, beşên romana xwe ya "Jineke Mîrî Li Cîhangirê" xwend.
Çalakî bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Di danê êvarê de şeş kurtefîlmên ”Lêgerîn" û "Eine Brucke nach Rojava" û belgefîlma “Dem Dirîreşkan” hatin pêşandan.
Festîvala ku bi tevlêbûneke xurt didome, wê sibe êvarê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe.