Strana "Çapûlcî" ya Agirê jiyan bû dengê berxwedanê

Strana "Çapûlcî" ya Agirê jiyan bû dengê berxwedanê

Piştî Kardeş Turkuler, Civata Caz a Bogazîçî û "Çapûlciyên New Yorkê" vê carê jî Agirê Jiyan bi strana xwe ya bi navê "Çapûlcî" bû dengê berxwedanê.

Berxwedana li dijî gef û heqaretên dewletê ev 17 roj in dewam dike, bi stranan di qada hunerê de dibe ebedî.

Piştî Kardeş Turkuler, Civata Caz a Bogazîçî û "Çapûlciyên New Yorkê" vê carê jî Agirê Jiyan bi strana xwe ya bi navê "Çapûlcî" bû dengê berxwedanê.

Kom ji bo Erdogan dibêj "Erodgan, Erdogan/Çapûlcî hat li meydan/Ji çapûlcî netirse/dixwazin demokrasî/ew dixwazin azadî"

HEWA BEROŞ TEWA

Kardeş Turkuler bi beroş, tewa, kevçî û tasan strana "hewa beroş tewa" çê kir û bersiv da gotinên Erdogan ên digot "beroş tewa, heman hewa."

Çapûlciyên New Yorkê jî strana "Xwezê niha li Stenbolê bûya" çê kirin û strana xwe ya li ser berxwedana Taksîmê, bi klîbekê nîşand an.

Di stranê de cih ji gotinên, "Em çapûlciyên New Yorkê her çend we xuşk, bira û dostên xwe yên li kolanan nas nakin jî, we mîn xuşk bira û malbata xwe dibînin û ji we re rêzdarin."

Koroya Cazê ya Bogazîçî jî bi heman rengî bi stranekê piştî da berxwedana Taksîmê.