Endama Konseya Serokatiya Gîştî a KCK Zilar Stêrk, tevlî bernameya Rojava Welat a STERK TV bû, li ser dagirkirina Efrînê, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pergala gelên Rojava ya demokratîk nirxandinên girîng kir.
Stêrk, pirsên rojanameger Ayhan Gulêsorxî bersivand û wiha axifî “Êrîşên li ser Efrînê encamê roja îro nîne bi destpêkirina komploya navdewletî a li ser Rêberê me hewildanên dagirkirina li ser Kurdistanê zêdetir bûye.Erîşa îro li ser Efrînê jî berdewama komploya navdewletî ye. Di şexsê tecrîda giran a li ser rêbertiya me de dewletên hegemon û dagirker her tim xwestine gelê Kurd û deskeftiyên gelê Kurd tunê bikin.”
TECRÎD, ÎZOLASYON Û PÊKANÎNA ÊŞKENCEYA IMRALİYÊ JIXWE NÎŞANEYA VAN ROJAN BÛ
Sterk, di şexsê şervana YPJ’ê Avesta Xabûr û zarokê Ereb bi navê Yahya, ku di êrîşa roja yekemin de jiyana xwe dest da, hemû şehîdên berxwedaniyê bi bîr anî. Berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û hemû gel û şervanên îro li Rojava berxwe dide silav kir û ev tişt got: “Hewildanên dagirkirina li ser Efrînê em tenê nikarin bi îro şîrove bikin û bi vî awayî binirxînin. Bingeh û destpêka vê dagirkerî û faşîzma dewleta dagirker heye. Ev dagirkerî bi hevkariya Erdogan, Bahçelî û DAÎŞ’e tê meşandin. Ji 2015’an ve heta îro ji Rebêrtiya me tu agahî naye girtin, tecrîd û îzolasyonekî pir tarî û kûr li ser Rêber Apo tê meşandin. Tecrîd, îzolasyon û pêkanîna îşkenceya îmrali ji xwe nîşanêya van rojan bû.Di rastiya xwe de bingeha îro ava kir. Wê demê jî Rêbertî bi xwe û me jî gelêk nirxandir kirin. Piştî hevdîtîn ji Rêber Apo qût bû tevgera me û gelê Kurd gelêk caran ev mijarê nirxand. Daxwaza me û gelê Kurd her timî ew bû ku pêşiya hevdîtînên rêbertî re were vekirin. Ji ber ku jiyana azadî û demokrasiyê giredayî hevditinên Rêber Apo ye. Piştî hevditin hatin asteng kirin meşa dagirkeriyê li Rojava, Federasyona Sûrî û Efrînê berdewan dike giredayî vê rastiye ye. Girêdana tecrîda li ser rêbertî û zêde bûyîna dagirkeriyê bi hevre giredayî ye”.
BINGEH Û HEVKARIYA NETEW-DEWLETAN EV DAGIRKERÎ HÛNANDIYE
Stêrk, di berdewamiya nirxandinên xwe de ev dagirkerî weke tenê dagirkirina Tirk nedît û bi vî awayî nirxandin kir: “Hewildanên dagirkeriya ku îro li Efrînê tê jiyan kirin tenê hewildana dewleta dagirker a Tirk nîne. Hevkarên we jî hene. Di şexsen erîşên li ser tekoşîna azadiya Kurdistanê de erîş li ser tekoşîna gelan a azadî û demokrasiye pêş dikeve. Di paştexistina vê tekoşîne de biqasî berjewediyên dewleta dagirker Tirkî heye, ewqas jî berjewendiyên hêzen emperyalîst jî di tê de heye. Bingeh û hevsengiya siyasî ya netew dewletan ev dagirkeriyê gav bi gav da hûnandin. Dîplomasî, siyaset û derfetên vê dagirkeriyê pêşxistin. Di gîştî Kurdistanê de bakûr, başûr û di navnetewî de tifaqa alîgirê DAÎŞ’ê, Erdogan û Bahçelî amadekariya vê dagirkeriyê kir û pêşxist.
TÊKILIYÊN KURD BI HÊZÊN EMPERYAL RE NE STRATEJÎK E
Stêrk, di nirxandinên xwe de balkişand li ser berxwedaniya gelên Rojava û pergala demokratîk a îro di Rojava de tê meşandin û ev tişt anî ziman “Runiştandina pergala demokratîk avakirina jiyaneke demokratîk e. Ji ber vê jî tekoşîna gelên Rojava antî kapîtalîst e,berjewendiyên gelê Kurd di mile stratejîk de bi hêzen emperyal vê ninê û çênabe. Herî zêde berjewendî bibin yek wê demê gel dikare tekîlyekî ava bike. Şerê li hemberî DAÎŞ’ê ji bo hemû mirovahiyê bû. Divê bi vî çavî mezê bikin û bi vî awayî bixwînin. Bi baweriya min ew e ku ji vê zêdetir ne mumkunê pêş jî bikeve. Gel û Kurdên Rojava tekoşîna demokrasî û azadiya civaka didin. Niha îro li wir pergala civakekî komînal tê runiştandin. Ev tekoşînekî antî kapîtalîste. Li derdora vê tekoşîne kombûn jî vê dide diyar kirin. Li gorî vê rastiye jî em lê meze bikin Amerîka hêzekî kapîtalîst û emperyalîst e. Lê belê şoreşa Rojava şoreşekî antî kapîtalîst e. Bi vê rastiye em bigirin dest di navbera hêzekî kapîtalîst û antî kapîtalîs de ne mumkun e tekîliyekî stratejîk derkeve. Hezên hegemonîk di xwe de guhartinek çêbikin, ev dem dibe di navbera gelan û hêzan de tekîliyek çêbibe. Ya giring ew e ku xizmeta berjewediyên gela bike. Lê ev naye wê wateyê ku tu carî ji hev qut nabin. Eger ev tekîliya ku hatiyê kirin xizmeta gelê Rojava kiribe tê wê wateyê ku ev danûstandinek şaş bû. Lê belê ez dibejim ew bingeh di tê de tinebû, ji ber vê jî nagiheje tekîliyekî stratejîk.”
RIHÊ BERXWEDÊR Ê KU LI KOBANÊ DERKET HOLÊ LI HER DERÊ BELAV BÛYE
Stêrk, diyar kir ku rihe berxwedana Kobanê hemû hêzen azadîxwaz demokratîk belav bûye. Ji ber vê jî îro Efrînê tenê namine û wiha pê de çû: “Sekna îro derket holê rihê Kobanê diparezê. Ev rih rihekî şoreşgerî ya gel e. Ji ber vê rastiyê gel Efrînê bernade û navê vî rihî kirin ‘Berxwedana serdemê.’Ev berxwedan wê mohra xwe vê sedsalê bide. Ev rastî bi karekterê wê ve girêdayî ye. Şerê azadî û demokrasiye tê meşandin. Di navbera gelan de girêdanekî xuşk û biratî, çandî û olî heye. Ji ber vê rastiyê jî gel îro di derdora rihê azadî û demokrasîxwaz de kom dibe. Xisletê vê berxwaniyê aîdî gel e. Berxwedana îro tê meşandin bê armanc nine. Ji bo çi şer dikin û berxwe didin baş dizanin. Gelê îro şer dikin berdêla azadiyê girtine berçav. Dizane ku hebûna wî fîzîkî, çandî, fikrî û di her milî de di xeteriyê de ye. Li hember hebûna wî êrîşekî tune kirinê heye. Dagirkerî ji wî gelî re dibeje ku weke mirov mafe te li vê cîhanê jiyan kirin nîne. Erîşa îro çêdibe peyama vê rastiyê dide. Li hember vê jî gel bi hemû helwest, rih, maddî û manewî ketiye nava berxwedaniyê. Ya ku ev rih û berxwedanî pêş dixe ev rastî ye. Dozaja êrîşê dozaja berxwedaniyê jî diyar dike.
EV ÊRÎŞ BI ERÊKIRINA RÛSYAYÊ ÇÊBÛ
Stêrk, erêkirina Rûsya ya milê hewayî û rê dayîna dagirkirinê weke erkekî hêzen hegemonîk nirxand û ev nirxandin kir: “Tu hêzen hegemonîk naxwazin demokrasi û azadiya gelan pêş bikeve, gel gîhîştiye vê rastiyê ku bi destê dewlet û dagirkeran demokrasî û azadiya gelan pêşnakeve. Gel edî di pêk anîna zilma dagirkeran de fetisiye. Berxwedana bakûrê Sûrî û Rojava li hemberî vê serî rakirine. Ev jî talûkeye kî pir mezin e ji bo dagirkeran. Ji ber vê jî hewildanên dagirkirina Rojava tê wateya dagirkirina dewletên dagirker. Armanca dagirkirinê têkbirina şoreşa Rojava û di şexsê şoreşa rojava de hemû gelên Sûrîyê ye. Şoreşa Rojava xwedî karakterekî demokratîk, azadî xwaz û komunal e. Xwestin vê têk bibin eger nikaribin têk bibin jî sinordar bikin û pêşiya wê bigirin. Pergala demokratîk bûye metirsiya dagirkeran û ji ber vê metirsiye dagirkerî vê hovîtiye temaşe dike. Ev êrîş bierêkirina Rûsya yê ve çêbû . Erêkirina Rûsya û Amerîka nebûya ev êrîş pêşnediket. Gelên Sûrî divê vê rastiyê baş bizanibin. Ji ber ku ev êrîş ne tenê li ser Efrînê û Kurdan e. Li ser hemû gelên Sûrî û pêkhateya Sûrî ye.
PARASTINA EFRÎNÊ PARASTINA TEVAHIYA SÛRIYÊ YE
Stêrk, bal kişand li ser hewla dewleta Sûrî a li hemberî dagirkirina Efrînê û wiha axivî: “ Êrîşên dagirker îro gihîştiye astekî bê sinor. Bi çêken giran û kîmyevî îro li ser gel tên bi kar anîn. Ev hovîtiyekî herî mezin li hemberî mirovahiyê ye. Pêwîst dike tu kes li hemberî vê bêdeng nemîne. Bi taybet jî gelên Sûrî. Ger ku ev êrîş serbikeve wê hemû Sûrî belav bibe, perçe bibe. Efrînê di nav sinorên Sûrî de cih digire. Efrînê ji xaka Sûrî ne qut e. Rejîma Sûrî Efrînê ji xwe qut nabîne û nahêle Efrînê jê qut bibe. Wê demê divê rejim Efrînê biparêze û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemîne. Rejîma Sûrî xwedî li Efrînê derneket. Ji ber ku ew jî netewdewletek e û dagirker e. Li gel vê rastiyê jî Efrînê tenê ji bo Kurdan li ber xwe nade. Ji bo parastina hemû gelên Sûrî berxwe dide. Parastina Efrînê parastina Sûrî gîştî ye.Alîgirê DAÎŞ’ê Erdogan li hemberê berxwedana gelê Kurd tengezar bûye ji ber vê jî êrîşê Efrînê kir. Di heman demê de hêzên navdewletî jî alîgirê DAÎŞ’ê Erdogan xistin defikê, bi vê êrîşê ve him xwestin pêşiya Kurdan bigrin him jî dawî dagirkeriya AKP’ê bînin.
GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ XWEDÎ HELWEST BE
Stêrk, piştgiriya hemû gelê Kurdistan û cîhanê ya ji bo Efrînê wek nirxekî mirovahî ê mezin girt dest û wiha axivî: “Gelê me yên Başûre Kurdistanê ji pêvajoyê gelek zor û zehmet derbas bûye. Ew zilm û zordariya heyî hin jî derbas nebûye. Hevkariya di navbera Hikumeta Heremê û AKP’ê hişt Alîgirê DAÎŞ’ê Erdogan axa başûr jî dagir bike. Siyasetmedarên ku li başûr siyaset dikirin ji ber siyaseta xwe ya şaş pêşî vê dagirkirinê vekirin. Tekîliyên xwe stratejîk girtin dest û di çarçovêya peymanan de vê dan meşandin. Pêwîst dike gelê me li Başûre Kurdistanê li hemberî dagirkirina dewleta Tirk a li başûr jî denge xwe bilind bikin û qebûl nekin. Gelê me yê başûr çawa li hemberî dagirkirina dewleta Tirk ya li Efrînê bêdeng nebûn, dibe ji bo başûr jî bêdeng neminin. Ev sekna bi rûmet û hêja li hemberî hemû dagirkeran bi berdewamî bidin nîşandan. Li hemberî dagirkirina dewleta Tirk li ser Efrînê helwestên gelên cîhane û hêzen demokratîk danê nîşandan jî cihe nirxdayînê ye. Ji gelên Amerîkaya Latîn, Arjantîn, Kûba, Şîlî bigire heya gelên Ewropa,Alman, Îtalî, Îspanyolî, Fransî, Avusturalya, Japonya cihên Kurd lê dijîn û najîn şiyarbûne bêhempa heye. Her ku diçe ev berxwedan bi gelan re bîr û baweriya geş dike. Lê belê divê ev piştgirî berdewam bike, ji ber ku wiha xuya ye evdagirkeriya li ser Efrînê wê dirêj bike.
EV DOZ DOZA CIWANÊN KURDISTANÊ YE
Stêrk, di nirxandinên xwe de bangawazî ji bo ciwanên Kurd kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ev dagiririn dagirkirina pêşeroja ciwanê Kurd e. Divê bi tu awayî ciwanên Kurd vê qebûl nekin. Di Kurdistanê de helwestên gelê Kurd pir hevpêş û hevgirtî derket holê. Ev helwestên yekîtiya netewî ye. Berxwedaniya Efrînê û berxwedaniya li hemberî vê dagirkeriyê rihekî yekîtiya netewî derxistiye. Di Rojava yê Kurdistanê, li başûr û tevlî bûna hemû gelê Kurd di vê berxwedanê de helwestekî hevgirtî derxistiye. Rixme faşîzma kûr û tarî ya ku derketiyê pêş gel li ser piyane û di berxwedaniye de ye. Hemberî vê dagirkeriyê helwest û tekoşîna ciwanên Kurdistanê pir bi nirx e. Ev êrîş li ser pêşeroja ciwanên Kurdistanê ye. Ciwanên Kurdistanê ji bo hebûna pêşeroja xwe amade bike tevlî vê berxwedaniyê bibe. Ev doz doza ciwanên Kurdistanê ye. Divê ciwan di bin dirûşma Serîhildi de li hemberê tecrîda li ser Serokatî û dagirkirina Efrînêê helwesta xwe zêdetir bikin û di êniya şer de berxwedanê de cih bigrin.