Stêrk: Gelê Kurd nema xwe li vê esaretê radigire

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "Gelê Kurd, esareta Rêbertî ya 18 salan êdî qebûl nake û nema dikare xwe li vê esaretê rabigire."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk tevlî bernameya "Rojeva Jinê" ya Stêrk TV bû.

Stêrk bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û nûçeyên spekulatîf ên di dema dawî de têkildarî wî hatin weşandin, bi bîr xist. Stêrk destnîşan kir, ku yên ev nûçe weşandine, xwedî niyeteke nebaş e û li pey hesabên xerab in.

Stêrk da zanîn, ku daxuyaniya Dozgeriya Bûrsayê ne cihê baweriyê ye û got, divê tavilê hevdîtinb i Ocalan re were kirin.

Zilar Stêrk anî ziman ku tecrîdeke giran li ser Ocalan heye û wiha dewam kir: "Ji Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer nikarin wî bibînin. Zêdeyî saleke malbat nikare pê re rûnê. Ji xwe ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî heyeta HDP'ê nikare hevdîtinê bike. Ji hingî ve me agahiyek negirtine."

Stêrk bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurd bi taybetî jinan û got, "Gelê Kurd, esareta Rêbertî ya 18 salan êdî qebûl nake û nema dikare xwe li vê esaretê rabigire."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk diyar kir ku gel û rêxistinên Kurdan di mijara ewlekarî û tenduristiya Ocalan de bi fikar in û got, "Ti agahî jê nîne. Kes nizane bê rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Pêwîste niyeta ji belavkirina vê nûçeyê rast bê xwendin. Yanî gelek hesabên siyasî yên qirêj li pişt vê hene."

HEVSENGIYÊN BERÊ JI HEV DIKEVIN

Stêrk sedema weşandina vê nûçeya spekulatîf di vê demê de nirxand û got, "Niha li Rojhilata Navîn Şerê 3. ê Cîhanê diqewime. Kurd di navenda vî şerî de ne. Hevsengiyên heyî ji hev dikevin. Ti tişt wê mîna berê nemeşe, statu wê biguhere. Her kes li gorî dema nû hesabên xwe dike. Li gorî rêveçûna şer, statuya nû ya Kurdan kete rojevê. Dem hatiye ku Kurd bibin xwedî statu.

Êrîşên li Kurdan tên kirin, di çarçoveya konseptekê de ne. Armanca bingehîn a vê konseptê, pêşîgirtina li derfetên statuya siyasî ya gelê Kurd e. Yên vê konseptê bi rê ve dibin jî dewletên Tirk, Îran, Iraq û rejîma Sûriyeyê ne. Ti ji van êdî nikare wê otorîteya xwe ya navendî ya berê biparêzin. Ber bi hilweşînê ve diçin. Lê hê jî niyeta wan ew e ku pêşî li statuyeke azadîparêz û demokratîk a gelê Kurd bigirin."

DIVÊ CPT TAVILÊ BIÇE ÎMRALIYÊ

Stêrk işaret bi çalakiyên di dema dawî de bi rêk û pêk li Ewropayê tên lidarxistin û çalakiya li ber avahiya CPT bi bîr xist. 

Stêrk ji CPT û saziyên mîna wê xwest, bi erk û berpirsyariya xwe rabin û anî ziman, gelê Kurd wan jî ji vê rewşê berpirsyar dibîne, lewma dixwaze bikevin nava liv û tevgerê.

Stêrk diyar kir, rewşa Ocalan tê de ye ji siyaseta derve ne cuda ye û destnîşan kir, bi qasî dewleta Tirk hêzên navneteweyî jî ji ewlekarî, tenduristî, tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan berpirsyar in.

Stêrk got, "Pêwîste CPT tavilê biçe Îmraliyê û derxîne holê bê rewşa Rêberê me çawa ye, tenduristiya wî çawa ye, nûçeyên hatine weşandin bi rastî jî rast in an jî şaş in."