Steînmeîer: Helwesta me ya li hember PKK'ê tavilê nayê guhertin!
Steînmeîer: Helwesta me ya li hember PKK'ê tavilê nayê guhertin!
Steînmeîer: Helwesta me ya li hember PKK'ê tavilê nayê guhertin!
Tevî ku PKK li hember çeteyên DAIŞ li Rojava û Başûrê Kurdistanê têkoşîneke aktîf li dar dixe jî nêzîkatiyên welatên Ewropî yên li hember PKK’ê nehatine guhertin. Wezîrê Karên Hundir ê Elmanya Frank-Walter Steînmeîer diyar kir ku wê qedexeya li hember PKK’ê bidome û got, "Bûyereke ku helwesta me ya li hember PKK'ê bide guhertin tune ye.”
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Frank-Walter Steînmeîer ê hefteya buhrî ji kanala dewletê ARD’ê re axivîbû gotibû ku wê qedexeya li hember PKK’ê ya ji sala 1993’an ve bidome.
Îro jî Steînmeîer ê roportaj da rojnameya "Westdeutsche zeîtung" der barê qedexeya li hember PKK’ê heman peyam dan.
Steînmeîer li ser pirsa der barê PKK’ê de got ku bûyereke ku helwesta me ya li hember PKK’ê biguherîne nîne û wiha axivî: “Rêgeza ‘Dijminê dijminê min dostê min e’ li Rojhilata Navîn rê li ber birînên ku nayên girtin vekirin. Ya bê kirin ne stratejî ye.”