Starta Hefteya Mafên Mirovan li ser sînor hat dayîn

Starta Hefteya Mafên Mirovan li ser sînor hat dayîn

Saziyên mafên mirovan ên Amedê di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan de  bernameyên ku pêk bînin li gundê Mehserê bi daxuyaniyekê start da.

Hefteya ku her sal bi bernameyên cuda tên pîrozkirin îsal bi bernameyên hevpar ên ÎHD’a Amedê, Baroya Amedê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û Odeya Tabîbên Amedê ve pêk tê.

5saziyan starta xwe li gundê Mehserê bi daxuyaniyekê starta wê da. Di daxuyaniyê de gel û ÎHD’a Rihayê jî amade bûn.

MALÊ CÎHANÊ BÛ

Metna 5 saziyan amade kiribû Serokê şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî xwend.  Bîlîcî da zanîn 66’emîn salvegera îlankirina Danezaran Gerdûnî ya Mafê Mirovane û  bal kişand ser berxwedana li sînor. Bîlîcî got ku armanca ku start li vir hatiye dayîn ev e ku êrîşên li Kobanê pêk tên li hemû cîhanê bibe ye.

Bîlîcî wiha got: “Li cîhanê mirin û şer tê jiyîn. Li Tirkiyeyê azadiya mafan di bin lingan de ye.Her çiqas pêvajoya çareseriyê li herêmê rehetiyekê ava bike jî bandorek neyênî li pêvajoya çareseriyê dike û di rojên dawî de şîdet her diçe zêdetir dibe, di çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê de şîdeta polîsan berdewm kiriye  Bi dehan mirovên me ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin. Dema tenê mirov li van mînakan dinêrin mirov dibînin ku jiyana mirovan çiqas ketiye bin lingan.”

DI SALEKÊ DE 60 KES HATIN KUŞTIN

Bîlîcî wiha berdewam kir: “Ya ku herî bi êş e û nayê qebûlkirin ev e ku  yên ku van komkujiyan pêk tînin ji aliyê dewletê ve tên parastin û dernaxin pêşberî darazê. Di nava sala dawî de bûyera Geverê jî di navber de bi giştî 60 kes ji aliyê polîsên dewletê ve hatine qetilkirin û nêzî 100 kes jî birîndar bûne. Li aliyê din jî  ji sala 1988’an heta niha di nava 26 salan de 581 zarok di vî şerî de bûne qurbanî di dema AKP’ê de  ji 200’î zêdetir zarok hatine qetil kirin.

PIRSGIRÊKÊN TENDURISTÎ Û STARBÛNÊ DESTPÊ KIRIN

Bîlîcî destnîşan kir ku bi deh hazaran Êzîdî û Kobaniyên ji çeteyên DAIŞ’ê reviyane terkî qedera wan hatiye kirin û niha pirsgirên starbûn û tenduristiyê her diçin zêde bin.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

-Divê dawî li binpêkirina mafan bê dayîn, divê der barê binpêkirina mafan de lêpirsînek bi hêz û bandor bê meşandin.

-Divê Tirkiye polîtîkaya Rojava li ber çavan derbas bike, alîkariya pêwîst bide Kurdan, pêşiya lîkariya navneteweyî bê vekirin.

-Divê piştgiriya Tikiryeyê ya ji bo DAIŞ’ê bê bi dawîkirin, divê sînorê Kobanê ji bo berxwedêran bi awayekî aktîf bê vekirin.

-Divê pêşniya Ocalan bê vekirin ku pêvajoyê pêş bixîne û divê şert û mercên wî bên başkirin.

-Divê dawî li zextên azadiya fikr û ramanê bê dayîn, girtiyên ji ber fikr û nêrînên xwe hatine girtin demildest bên berdan. 

-Divê hemû astengiyên li pêş zimanê Kurdî bê rakirin  û pêşniya mafê perwerdehiya zimanê dayikê bê vekirin.

-Divê pergala cerdevaniyê bêkirin, divê projeya entegrasyon bi civakê re ya bi van kesan re bê pêşxistin.

-Divê cînayetên kiryar ne diyar yên demên buhrî bên aşkerakirin û kujer bên darizandin. 

-Divê jibo rûbirûhatina paşerojê gorinê komî li gorî usulê bên vekirin û lêpirsîna bê alî bên meşandin.

-Ji bo çareseriya prisgiarêka Kurd divê muzakere bê meşandin û divê pêşniya demokratîkbûna welat bê vekirin.

Parêzer Servet Ozen jî li ser navê Baroya Amedê daxuyaniyek da û got der barê Kobananiyan de naskirina penaberan kêm de û divê nasandin di çarçoveya nasandinek nû de bê kirin.

Piştî daxuyaniyê zincîra mirovahiyê hat avakirin û girseyê bê navber dirûşmên ‘Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin.