Starta 25'ê Mijdarê li Amedê hat dayîn

Starta 25'ê Mijdarê li Amedê hat dayîn

Sazî û nûnerên jinan ên li Amedê, starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, bi jinên Şengalî re dan.

Pêkhateyên Platforma Jinê ya Amedê ku sazî û nûnerên jinan ên li Amedê pêk tê, starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, bi jinên Şengalî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mane koç bikin re, bi daxuyaniyeke çapemeniyê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî di nav de, jin li Qada Fîdanlik a Yenîşehîrê hatin cem hev û pankarta bi nivîsa "Azadiya jinê azadiya Şengalê ye, çeteyên DAIŞ'ê wê hesab bidin" vekirin.

Jinan li ber devê qadê kortej ava kirin û bi qîrîna dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana YPJ'ê" û "Bijî Berxwedana Şengalê" heta qada lê daxuyanî bê dayîn, meşiyan.

Deklarasyona bangê ya li ser 25'ê Mijdarê hat amadekirin, ji aliyê xebatkara Navenda Çandê ya Cerenê Şukran Mizrak ve hat xwendin. Mizrak got, "Ji Mîrabelan heta Sakîneyan, li Rojava em Arîn in, Kader ê sînor nasnakin in" û diyar kir ku sîstema kapîtalîst a baviksalariyê ku nikare xwe li destketî, berxwedan û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê rabigire, li gel nûnerê xwe desthilatdariya AKP'ê hewl dide jinan bêdeng bikin.

 Mizrak da xuyakirin ku ew ê vê jiyana ku mejiyê serdest ê mêr li ser wan ferz dike, qebûl nekin û êrîşên li hemberî nasnameya jinê jî weke sedema mezinkirina têkoşîna xwe dibînin. Mizrak ragihand ku ew çalakiyên îsal ên 25'ê Mijdarê diyarî Arîn Mîrxan, Rihan Cabbarî û Kader Ortakaya û hemû berxwedêrên jin dikin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî da xuyakirin ku jin li dijî tundiyê li Şengal û Kobanê bûne sembola berxwedanê û destnîşan kir, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi dîroka berxwedana jinê re hatine pûçkirin. Kişanak got, "Şengal nebe Kurdistan ne xweşik e. Şengal û Kobanê wê azad bibin. Hêmana bingehîn a vê têkoşîna azadiyê jî, wê jin bin."