Starta 10’ê Kanûnê hate dayin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şûbeya Stenbolê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Şûbeya Stenbolê, starta Hefttiya Mafê Mirovan a 10’ê Kanûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Piştî Geziyê cara pêşî li Meydana Taksîmê pankarta, ‘’Li dijî Rewşa Awarte, li dijî şer, li dijî tundiyê’’ hate vekirin.

Seroka Şûbeya ÎHD’ê ya Stenbolê Derya Gazîoglu daxuyanî da û got, li gel 68’an a savlgera qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan derbas bûne jî, hê jî pergaleke navnetewî ya ku xwe dispêrê heq û azadiya gerdûnî ava nebûye.

‘LI KURDISTANÊ 200 KES JI HÊLA DEWLETÊ VE HATIN KUŞTIN’

Gazîoglu diyar kir ku 2016 malkambaxtirîn sala komarê Tirkiyê ye û diyar kir, li Kurdistanê, beriya hewldana darbeyê bi şerê ku dewleta Tirk li bajaran pêk anî, bi dehan bajar hatin kavilkirin, bi sed hezaran mirov ji mal û milkê wan hate kirin, bi sedan sivîl hatin kuştin û li Cizîrê tenê, il 3 jêrzemînan 147, li kuçe û malan bi temamî 200 kes hatin kuştin.
Gazîoglu diyar kir ku rewş ji xwe barabat bû û piştî darbeyê bi ragihandina Rewşa Awarte rewş hê barabatir bûye û got, li gorî daneyên ÎHD’ê 90 hezar mirov hatine binçavkirin, bi hindikayî 146 nûçegihan hatine girtin, hevserokên HDP’ê jî di nav de 10 wekîl hatin girtin, endam û rêveberên  HDP, HDK, DBP’ê yên ku hatine girtin 5 hezar û 600 in.
80 hezar kedkarên cameweriyê ji kar hatin kirin û êşkence bûye rewşeke asayî. Gazîoglu diyar kir ku li girtîgehan jî mafê mirovan tê binpêkirin, bi taybetî jî êşkence li girtiyên siyasî tê kirin.
Gazîoglu diyar kir ku hikûmet biryarnameyên derî destûr û hiqûqê welêt li gorî kêfa xwe bi rê ve dibe û vê hişmendiya rêveberiyê li ser civakê ferz dike û got, ‘’bi sîstema serektiyê dixwazin vê kêfîbûnê û zextê zêde bikin’’

Gazîoglu diyar kir ku bi dehan komele û rêxistinên demokratîk hatine girtin û got, ‘’siberoja ku desthilatdar pêşbîniya wê dikin tarî ye, hêvî û azweriya parêzerên mafê mirovan û demokrasiyê jî, siberoja ku di ber wê de têdikoşin ronak e.’’

Gazîoglu bang li civakê kir ku radestî vê siberoja tarî nebin û têbikoşin.

Çalakî bi dirûşmên, ‘’mirov bi heqê xwe mirov e’’, ‘’rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibi’’, ‘’çapemeniya azad nikare were bêdengkirin’’ , ‘’îstîsmara zayendî nikare were rewakirin’’ hatin berzkirin.