Sosyalîst Şîlan bi merasîmekê li Îzmîrê hate veşartin

Muzeyen Palabiyik (Sosyalîst Şîlan Firat) a ku li bajarê Lûnen a Elmanya 26’ê Nîsanê jiyana xwe ji dest dayî, bi merasîmekê li Gorîstana Dogançay a li Îzmîrê hate veşartin.

Şîlan Firat a ku roja 26’ê Nîsanê di encama nexweşiya xwe de jiyana xwe ji dest dayî, li ser milê jinan anîn Gorîstana Dogançay a li Îzmîrê.

Cenazeyê Palabiyik di saetên sibehê de bi balafirê ji Elmanya anîn. Piştî ku cenazeyê Palabiyik birîn saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê ji aliyê xizim û dostên wê ve ji bo veşartinê ketin rê. Darbesta Palabiyik a ku ji aliyê xizim û dostê wê ve li Goristana Dogançay a li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê hatî veşartin bi gulan hat xemilandin.

Piştî veşartina cenazeyê Palabiyik xizma wê Aî Umar behsa Palabiyik kir. Umar destnîşan kir ku Palabiyik sosyalîstek bawermend û bi biryar bû û got: “ 20 sal bû ji me veqetayîbû, bes dilê me li gel wê bû. Dema me xebera wê standî ji ber ku ji me dûr jiyana xwe ji dest da em gelek xemgîn bûn. Piştre me dît li wêderê bi hezaran bi deh hezaran hevalên wê ji me bêhtir nêzî wê bûn. Di jiyana xwe de girîngî dida du tiştan. Yek şeklê jiyan kirina şoreşgerî û çanda wê ya din jî malbata wê bû. Em ê hewl bidin bibin layîqî wê. Di aliyekî de jî em gelek serbilindin ji bo ku evqas heskirî û hevalên wê heyî. Di nava gulan de bila birazê.”

Piştre jî Hevseroka Komeleya Kesên Xwe Winda kirî Zarîfe Karasûngûr a bi BHQ'ê hatî girtin mafê axaftinê girt û got: “Belkî di 5 saliya xwe de ji Gurgumê hate Îzmîra ku xwe di nav de bi cih nekir. Her wiha weke jin û weke sosyalîstek çû Ewropayê. Îro vegeriya. Em soz didin, em ê têkoşîna wê berdewam bikin.”

Parlementerê HDP’ê Ertugrûl Kurtçû jî diyar kir, girêdana Palabiyik a bi şoreş û felsefeya sosyalîstê di asta mînak girtinê deye û wiha got: “Hevalê me Abdullah Ocalan dema ku HDP hatî avakirin gotibû, ‘mîrasê Mahîr Çayan ê ku ev 40 sale li gel me ye em didin we’ di destpêkê de weke wêje dihat guhê me lê niha em di ferqê de ne ku em emanetek çiqas mezin di parêzin û bi hesasiyetek çawa pêş dixin. Niha bi veşatina wê em dikevin di ferqê de ev jî êşek gelek mezine, lê di aliyek din de haya me jê nebû ev jî nabe xetaya me. Divê em vê derbas bikin. Ji bo vê bidest bixin şer dikin.”

Piştî axaftinan girse ji goristanê derket. Li ser wesiyeta Palabiyik, ji bo wê wê li Îzmîrê konê sersaxiy neyê anîn.