Sosyal demokratan dengê bi pûanekê zêde kirin

Li gorî encamên anketa sala nû ya li Elmanyayê, partiya nîjadperest AfD'ê kêm kir û Partiya Sosyal Demokratan (SPD) jî bi pûanekê zêde kir.

Li Elmanyayê, demeke dirêj di anketan de partiya nîjadperest a bi navê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) weke partiya duyemîn xuya dikir. Lê belê, li gorî encamên anketa destpêkê ya sala 2019'an, dengê AfD'ê li nava hilbijêran bi pûanekê kêm bû.

Tevî ku SPD'ê bi pûanekê dengê xwe zêde kir jî, ji bo bibe partiya duyemîn vê yekê têrê nekir. Partiya Keskan li gorî hefteyên bihurî bi pûanekê kêm kir, lê tevî vê jî bi rêjeya 18 ji sedî partiya duyemîn e.

Anket ji aliyê şîrketa lêkolînê ÎNSA ve hate kirin û li rojnameya Bîldê hate weşandin. Li gorî anketê, rêjeya Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku hevparê herî mezin ê hikumeta koalîsyonê ya bi lîderiya Angela Merkel e, mîna hefteyên bihurî 29 ji sedî ye.

Rêjeya dengê Partiya Çep jî bi pûanekê zêde bû û bû 10 ji sedî. Dengê Partiya Demokratên Azad (FDP) jî bi pûanekê zêde bû û gihîşt asta 10 ji sedî.

Rêveberê şîrketa ÎNSA'yê Hermann Bînkert encamên anketê nirxand û got, "SPD'ê bi vê encama destpêkê ya salê re nîşan da ku dikare dengên xwe yên belav bûne komî ser hev bike."