Sosyal Demokrat ên Elman serdana DEM Partiyê kir

Heyetek ji Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) li Enqereyê serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir.

Li gorî agahiyan heyeta qelebalix a bi serokatiya Serokê Giştî yê SPD'ê Lars Klingbeil serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir.

Heyet ji aliyê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Alîkara Hevserokan a ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay, Parlamenter Sarûhan Olûç û Ceylan Akça Cûpolo ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên cuda yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê, rewşa siyasî nêrîn hatin parvekirin.

Bakirhan bal kişand ser êrîşên li ser DEM Partiyê û diyar kir ku li gel vê yekê jî DEM Partî ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşe.

Klingbeil jî anî ziman ku haya wan ji êrîşên li ser DEM Partiyê heye û dstnîşan kir ku DEM Partî ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê xwedî cihekî girîng e.

Klingbeil got, "Li gel êrîş û zextên li ser we, serketina ku we di hilbijartinên xwecihî de bi dest xist, her kesî dît. Li gel vê yekê jî tayînkirina qeyûman a li rêveberiyên xwecihî û bêbandorkirina meclîsên şaredariyan rast nîne. Rêveberiyên xwecihî ji bo demokrasiyê nebe nabe."